Erdogan dîsa gef xwar: Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin

img
ENQERE - Serokkomar Erdogan di mijara 'Herêma Ewle' de careke din gef li welatên Ewropayê xwar û ev tişt got: "Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin."
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Navenda Giştî ya AKP'ê di Civîna Berfireh a Serokên Bajaran de axivî û di mijara 'Herêma Ewle' de careke din gef li welatên Ewropayê xwar. 
 
HERÊMA EWLE
 
Erdogan diyar kir ku 'Herêma Ewle' ya ku ew dixwazin û muxatabên wan dixwazin ji hev cûda ne û wiha got: "Em bi biryarên ku heta hefteya dawîn a Îlonê, bi awayekî fîîlî 'Herêma Ewle' ya ku em dixwazin li Rojhilatê Firatê bidine destpêkirin. Destpêkirina vê yekê ya bi Amerîkayê re daxwaza me hemûyan e. Lê heke nebe em ê bi derfetên xwe bi dest vê yekê bikin. Armanca me ew e ku herî kêm milyonek birayên xwe yên sûriyeyî li vê 'Herêma Ewle' bi cih bikin. Heke hewce bike em ê vê yekê bi dostên xwe re bikin. "
 
GEF LI EWROPAYÊ XWAR! 
 
Erdogan bi ser penaberan de gef li welatên Ewropayê xwar û ev tişt anî ziman: "Em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin. Vî barê giran tenê em ê bikişînin? Di mijara penaberan de di asta bes de di serî de Ewropa ji Cîhanê piştgiriya pêwîst negirt. Ji bo girtina vê piştgiriyê dibe ku em neçar bimînin ku deriyan vebikin."