Parêzer Aktar: Tu spartinek hiqûqî ku dê ji wezîfeyê dûr xistin mafdar bibîne nîne

img

AMED – Parêzerê Hevşaredar Selçuk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar derbarê îdiayên tayînkirina qeyûman de got: “Tê gotin lêpirsînek dest pê kiriye, lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek ne jî beyanek heye. Ji dûrxistina hevşaredaran tu aliyê wê mafdar ê hiqûqî nîne.” 

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji wezîfeyê hat dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Parêzerê Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar ji bo sekinandina birêvebirinê serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û behsa hûrguliyên serlêdanê kir. 
 
GIRÊDAYÎ DU XALAN TEVGERIYAN E
 
Aktar bi bîr xist ku ji wezîfeyê dûr xistin û tayînkirina qeyûm spartine xala 127/4 a Destûra Bingehîn û xala 47’emîn a Qanûna Şaredariyan û her du xal jî sûcdariya têkildarî wezîfeyê hildede nav xwe û lê miwekîlê wî têkildarî wezîfeyê ne lêpirsîn hatiye destpêkirin û ne jî neşopindinê dane. Aktar da zanîn ku doz û lêpirsînên têkildarî wezîfeyê heta bi encam bibe erka ji dûr xistina şaredaran dane Wezareta Karê Navxweyî û lê lêpirsîna derbarê miwekîlê wî de hatine destpêkirin eleqeya wê bi wezîfeya şaredariyê ve nîne. 
 
‘XWESERIYA ÎDARÎ JI HOLÊ RAKIRIN’
 
Aktar diyar kir ku di esasê biryara Wezareta Karê Navxweyî de ji bo Mizrakli ji wezîfeyê bê girtin du nivîsên cuda yên Walîtiya Amedê ya 1’ê Nîsanê şûn ve hene û ji wezîfe dûr xistinê spart van nivîsan. Aktar got piştî hilbijartina 31’ê Adarê têkildarî hemû şaredariyên HDP’ê walîyan nivîs ji Wezareta Karê Navxweyî re şandiye da ku wan ji wezîfeyê dûr bixe. 
 
Aktar anî ziman ku wezaretê dûr xistina hevşaredaran dispêre bi îdiayên pûç û vala re û tayînkirina qeyûman xweseriya îdarî ya xwerêvebirinê tune kiriye. 
 
‘NE LÊPIRSÎN NE JÎ DOZ HEYE’ 
 
Aktar destnîşan kir ku qanûn lêpirsînek edlî esas digire û got: “Yek ji van proseduran bicih neanîne. Tê gotin lêpirsînek hatiye destpêkirin lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek ne jî beyanek hatiye girtin. Spartinek hiqûqî ku dûr xistina ji wezîfeyê mafdar bibîne nîne. Wezaret biryarnameyek di serdema OHAL’ê de derxistiye xwe dispêrê û qeyûm tayîn dike. Di biryarê de hêncetên hiqûqî yên tayînkirina qeyûm nîne. Çimkî ji bo wezîfe dûr xistinê ne lêpirsînek ne jî dozek hatiye vekirin nîne. Wezaret hem vê dibêje û hem jî dibêje ez waliyan li gorî biryarnameya hejmara 674 a xala 45 ku qanûna şaredariyê lê bar kiriye tayîn dikim. Di vî warî de bêhiqûqiyek kêfî heye.” 
 
Aktar anî ziman ku biryara hatiye dayîn tu eleqeya wê bi rastiyê re nîne û sedema bingehîn a di bin vê hişmendiyê de ew e ku ji kurdan re dibêjin hûn nikarin xwe birêve bibin. 
 
'JI SERÎ HETA BINÎ BÊHIQÛQÎ YE’
 
Aktar diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê daye û got: “Birêvebirina dicih de xwedî xweseriyek îdarî ne. Ji holê rakirina vê xweseriya îdarî li dijî hiqûqê ye. Di biryara wan de tiştek ku wê ji wan re bibe delîl nîne. Tayînkirina qeyûman ji serî heta binî bêhiqûqî ye. Li gorî civakek demokratîk ne biryarek guncav e. Di civakek demokratîk de vîna gel esas e. Lê ev biryar van ji holê rakiriye. Ji bo miwekîl mafê wî yê bendemayînek rewa heye.” 
 
MA / Aydin Atay