Qeyûm maşîna ku ji bo Erdogan bi 375 TL kirê kir, ji bo Soylu bi hezar û 100 tl kirê kir

img

MÊRDÎN - Belgeyên nû yên ruşwetê yên Şêwirmendê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Walî Mustafa Yaman, Bulent Erdolu derketin holê. Li gorî van belge û fatûrayan, maşîna ku ji bo Serokomar Erdogan bi 375 tl kirê kirin, heman maşîne ji bo Wezîrê Karên Hundir Soylu bi hezar û 100 tl krî kiriye. 

 
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman çara duyemîn wekî Qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Di serdema wî ya berê de gelek nelirêtiyên wî derketibûn holê. Yek ji van nelirêtiyên hatine kirin jî ya şêwirmendê qeyûm Bulent Erdolu ye. Gelgeyên nelirêtiyê yên bi şîrketên Turkuazlar Turizm, Gıda, Înşaat, Petrol, Nakliyat, Sanayi û Şîrketa Ticaret Limited ê re derketin holê. Ajansa Mezopotamya (MA) derxist holê ku Erdolu ji Turîzma Turkuazlarê maşîna bi buhayê 1 milyon û 252 hezar û 790 TL di bin navê "Komîsyona Faturayê" de 246 hezar TL ruşwet xwariye. Dîsa qeyûm ji xeynî şîrketa Turkuazlar Turizmê bi buhayê 257 hezar û 600 tl ji Mardîn Oto ya krêkirina maşîneyan, maşîne kirê kiriye. Maşîne bi buhayê 1 milyon û 510 hezar tl krê kiriye. Ajansa Mezopotamya (MA) gihişt hin belgeyên nû. Derket holê ku maşîneyên hatine kirêkirin heqê wan li gorî mêvan hatiye guhertin. 
 
JI BO SOYLU BI HEZAR 100 TL, JI BO ERDOGAN 375  TL KRÊKIRIN
 
Li gorî belgeyan qeyûm ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu  maşîne kirê kiriye. Ji bo Soylu rojane maşîne bi hezar û 100 TL krê kir. Lê heman maşîne ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî rojane bi 375 TL krê kirin. Di sala 2017'an de ji bo Soylu ji bo maşîneyên rêwîtiyê rojane bi 200 TL, kiraya otobusan jî rojane bi 300 TL, maşîneyên VÎP Mercedes, Maşîna Vito rojane hezar û 100 TL krê kirin. Di heman salê de ji bo Serokomar Erdogan ji bo maşîna rêwîtiyê rojane bi zêdebûna 80 TL rojane bi 280 TL, dolmîş jî rojane bi bihayê 300 TL, VÎP Mercedes Vito bi rojane bi 430 TL krê kirin. 
 
Di sala 2017'an de maşîneyên ji bo Soylu, Erdogan, Davutoglu û Boynukalin ên hatin kirinê tevî KDV bi 484 hezar û 496 TL hatin krêkirin. Li gel ku her maşîne rojekê hatin kirêkirin jî wekî maşîne di navbera 2 û 7 rojan de hatibin krêkirin hatin nîşandan. Li gorî 2-7 rojan bere hat dayîn. Ruşweta herî zêde ku Erdolu ji fîrmayan stendiye di ziyareta Serokomar Erdogan de derket holê. Li gorî belgeyan Erdolu, ji bo ziyareta Soylu ya Hezîrana sala 2017'an, li hemberî fatûraya Hêjmar 606372  10 hezar tl girtiye. Ji bo ziyareta Davutoglu li gorî faturaya hêjmar 606373'an 10 hezar TL ruşwet girtiye. Erdolu, ji bo ziyareta Erdogan li hemberî faturaya hêmar 606287'an ji heman fîrmayê 25 TL ruşwet girtiye. 
 
* Di 27'ê Sibata 2017'an de ji bo Abdurrahim Boynukalin heba maşîneyê bi 474 TL 12 maşîne krê kirin. Dîsa otobusa heba wê bi 200 TL bûn 17 otobus krê kirin. Dîsa maşîna Vîto ku heba wê bi 568 TL bû 4 maşîne vito krê kirin. Maşîneyên ji bo 2 rojan krê kirin li gorî fatureya hêjmar 606215'an KDV jî di navde bi giştî 26 hezar 809 TL pere daye. 
 
* Di ziyaret Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya 13'ê Hezîrana 2017'an de li gorî fatureya hêjmar 606373'an KDV ji di navde bi giştî 52 hezar 864 TL pere daye. 
 
* Di ziyareta 16'ê Nîsana 2017'an de ya ji bo Serokomar Erdogan jî li gorî fatureya hêjmar 606287'an KDV ji di navde 332 hezar û 134 TL hatiye kirêkirin. 
 
* Di 6'ê Çileya 2017'an de ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî il gorî fatureya 606372'an KDV  jî di navde bi giştî 19 hezar û 824 TL maşîne hatine kirêkirin. 
 
* Dîsa di ziyareta 13'ê Hezîrana 2017'an a ji bo Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu li gorî fatureya hêjmar 606372'an KDV jî di navde bi giştî 52 hezar û 864 TL maşîne hatiye kirêkirin û pereyên wan hatine dayîn. 
 
MA / Ahmet Kanbal