Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye

img

AMED - Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di roja 12'an de didome. 

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a  ser şaredariyên bajarê mezin ên Amedê, Mêrdînê û Wanê tên lidarxistin, didomin. Li Amedê welatî di roja 12'an de li Kolana Lîseyê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiyê bi dûrişmeya "Amed a me ye, Şaredarî ya me ye" dest pê kir. Devera ku çalakî lê hat destpêkirin, ji aliyê polisan ve bi bariyeriyan hat dorpêçkirin. 
 
KESÊN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
 
Li gel gelek welatiyan, parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolêm û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, Mûsa Farisogûllari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn, Garo Paylan, Erdal Aydemîr, Dersîm Dag, Feleknas Ûca, hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç tevlî çalakiyê bûn. 
 
JIN MEŞIYAN 
 
Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê, li ber derê Lîseya Ziya Gokalp li hev kom bûn û ber bi qada çalakiyê meşek li dar xistin. Li gel hemû astengiyên polisan jî jin heta Kolana Lîseyê ya çalakî lê tê lidarxistin meşiyan. Jinan di meşê de pankarta li serê nivîsa "Hevserokatî xeta me ya mor e" nivîsandî vekirin û timik dûrişmeya " Em bêdeng nabin, na tirsin û îtaet nakin" berz kirin. 
 
LI PÊYA JI MIZRAKLI RE ÇEPIKAN DAN
 
Hevşaredarên Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, jî tevlî çalakiya rûniştinê bû. Mizrakli dema ku hat cihê çalakiyê ji re li pêya çepikan dan. Mizrakli piştî ku yeko yeko dest bi hemû beşdaran girt li cihê xwe rûnişt. Tê payîn ku di çalakiyê de li kursiyê ku duh hat danîn axaftin bên kirin û daxuyanî bên dayîn.