Kubilay: Heta hevşaredarên me li peyvirê vegerin têkoşîna me wê bidome

img

ENQERE -  Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar ku li gel hemû zext û tundiya li dijî wan têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa berdewam dikin û heta hevşaredarên wan dîsa li peyvirê vegerin wê bê navber çalakiyên xwe berdewam bikin. 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên hikûmetê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, diyar kir ku li gel hemû zext û tundiyan têkoşîna xwe ya demokratîk didomînin û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiyan têkoşîna me didome. Emê bidomînin. Em spasiya xwe ji hemû partî, komele, sendîka, ode, înîsiyatif, rêxistin, niviskar, rewşenbir û hunermendên bi mere di nava piştevaniyê de ne, dikin.  Em dizanin ku nelirêtiyên qeyûman di raporên dîwana muhesebatê de derketin holê. Hefteya borî me ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu nelirêtî  pirsîbû. Wî jî bersîv da û got 'Min ruşwet nestendiye. Lê diyarî dane rayedarên dewletê' û bi vî rengi ev yek îtîraf kir. Em dîsa dipirsin û dibêjin 'Yên navê wan di belgeyan de borîne ev diyarî û ruşvet stendine ya na? Ger ku we ev diyarî û ruşwet negirtibe, wê demê Walî ketiye nava çirava nelirêtiyê.  Em dîsa ji rayedaran dipirsin "Hûnê hesap bipirsin ya na? Hûnê hêj walî li ser kar bihêlin ya na? Divê daraz, cendirme û rayedarên ewlehiyê tişta pêwist pêk bînin. " 
 
'HER KU ERDOGAN ÎKTÎDARA XWE WINDA DIKE ZILMÊ ZÊDE DIKE'
 
Kubilay, da zanîn ku Serokomar di vegera Moskova de têkildarî qeyûman got: "Çawa meclîs vebe li pêş me gelek dosya hene" Bi vê yekê gefan li darazê dixwin û dixwazin darazê têxin nava tevgerê û wiha berdewam kir: "Ev nîşan dide ku darbeyên nû yên siyasî li pêş Tirkiye ne. Tenê xwe bi zorê li ser piyan dihêlin. Her ku Erdogan îktîdarê winda dike zilma xwe bêtir dike. Ger ku dixwaze tola hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê hilîne hedef  divê ne em û hilbijêr bin. Divê hedef yên ku ew xistine vî halî be. Em bang li her kesî dikin ku hişmendiya Erdogan a destpotîk û zilmdar şerrmezar bikin û li dijî wê derkevin." 
 
DIVÊ TIRKIYE BÊ ŞERT Û MERC JI AXA SÛRIYE DERKEVE 
 
Gunay, da zanîn ku polîtîkaya Sûriye li ser bêstatuya Kurdan hatiye avakirin û ji ber vê yekê hebûna wê dikeve talûkeyê û wiha axivi: "Îktîdara Tirkiye jî bi vê ferasetê tev digere û ji bo Kurdan bê Statu bihêle di navbera DYA û Rûsya de tevnê dirêse. Çareseriya Tirkiye bê şert û merc xwe ji axa Sûriye vekişîne ye.  
 
ÇAVKANIYÊN TIRKIYE JI BO BAZIRGANÊN ÇEKAN BI KEPÇEYAN, JI BO KEDKARAN BI KEVÇIYÊ ÇAYÊ XERÇ DIKE
 
Îktîdara Tirkiye ji bo bazirganên çekan ên DYA û Rûsya hemû çavkaniyan pêşkêş dike. Lê dema dime mafê karker û kedkaran bazarê dike. Îktîdar ji bo hevkarên xwe yên şer û bazirganê çekan çavkaniyan bi kepçeyê belav dike, lê ji bo karker û kedkaran bi kevçiyê çayê belav dike." 
 
 
XETA ME YA ÇALAKIYAN LI SER RÊYA DEMOKRATÎK Û REWA YE 
 
Gunay, herî dawî destnîşan kir ku çalakiya wan heta ku dîsa peyvira hevşaredaran bidin wan, wê çalakiyên wan ên demokratîk û rewa bê navber berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Di 1'ê Îlonêde li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê li dijî qeyûman û ji bo aştiyê emê bi dirûşmeya 'Ji bo aştiya bi rûmet, çareseriya demokratîk' mîtîngan li dar bixin. Dîsa xebatên me yên dîplomatîk li nava welat û li dervê welat di qada navneteweyî de wê bidomin. "