HDP'ê wê li dijî qeyûm nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê bişopîne

img

ENQERE – Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Serokatiya Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî de li dijî polîtîkaya qeyûm "nexşerêya" ji 3 pêngavan pêk tê amadekir. Li gorî vê planê li dijî qeyûman li 3 bajaran dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Di mijara li Meclîsê bi "Rojeva Lezgîn" ji bo civînê wê bang bikin û dest bi ziyaretên diplomatîk bikin.

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Serokatiya Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî de piştî qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin  cara duyemîn civîyan. Li gorî civînê li dijî tayînkirina qeyûm û polîtîkayên qeyûm xeta têkoşînê diyar kirin. Nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê amade kirin. Di civinê de nerîna "bi tayînkirina qeyûman îktîdar dixwaze HDP'ê li dijî siyaseta demokratîk bihêle" derket pêş.  Di civîna ewil de li dijî qeyuman "Çalakiya bê navber" hatibû plankirin. Di civîna duyemîn de plana van çalakiyan hat amadekirin. Li gorî vê planê wê çalakiyên bêîtîatê ya sivîl ya li dijî qeyûman bidome. HDP, ji bo dema kurd û dema nîvdirêj û dema dirêj Nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê amade kir. Bajarên Mêrdîn, Amed û Wan ên qeyûm tayîn kirine wê bibin navenda çalakiyan. Hevşaredarên ku ji peywirê hatine girtin, heta ku peywira wan dîsa paşve bidin dê bê navber çalakiya rûniştinê li dar bixin. Dîsa ji bo piştgitgiriya van çalakiyan ji bajarên rojevê wê ziyaret bidomin. MYK'ê biryar da ku çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman bibin bajarê rojava. Di vê çarçoveyê de mîtingên 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê bê li darxistin.
 
Yek ji rojeva MYK'ê ya HDP'ê jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Di civinê de nerîna heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan bi temamî bi dawî bibe, rê li pêş tayînkirina peyûman jî nayê girtin. Ji ber vê yekê biryar hat dayin ku di çalakiyan de li ser têkiliya tecrîd û qeyûman rawestin. 
 
Di niqaşan de hat diyar kirin ku qeyûm tenê tayînî şaredariyên HDP’ê nehatiye kirin. Di heman demê de demokrasiya Tirkiye hedef hatiye girtin. Hat gotin ku ger li hemberî tayînkirina qeyûm a Amed Wan û Mêrdinê bêdeng bisekinin, wê li Tirkiye kozikên demokrasiyê tev yek bi yek hilweşin. Ji bo ve yekê wê li metrepolan konferans, panel û gotubêş bên li darxistin. 
 
Yek ji biryara MYK'ê jî piştî di 1'ê Cotmehê de meclîs vebe wê bi "Rojava Lezgin" banga civînê bikin. Wê di civînê de qeyûm bikin rojev. HDP hem li nava Tirkiye wê têkiliyên diplomatîk pêş bixe û hem jî li qada Ewropa wê têkiliyên dîplomatik pêş bixe. Ji bo vê yekê wê li Parlamentoya Ewropa (PE) Konseya Ewropa (KE) û rêveberiyên herêmî û xwecihî yên ewropa re hevdîtinan pêk bînin. 
 
MA / Diren Yurtsever