Temellî: Li dijî bloka faşîst pêngava herî girîng Tifaqa Demokratîk e

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê di serdana Malagel de axivî, wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman, gelên Tirkiyeyê hatiye hedef girtin. Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girînge.”

Serdanên Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya pê re yên di çarçoveya “Qanîna Bingehîn a Demokratîk”, “Tifaqa Demokratîk” û “Paketa Darazê” de dewam dikin. Şandeya HDP’ê ya di saetên serê sibê de Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) ziyaret kir, di saetên nîvro de jî, Malêngel ziyaret kir. 
 
Hevseroka Giştî ya Malêngel Dîlşad Aktaş û rêveberiyên wê şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. 
 
AKTAŞ: EM AMADENE BI HEV RE BIXEBITIN
 
Aktaş, diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê, dinava rejîmeke Qesrê de tê birêveberin û wiha axivî: “Ev rejîm bi pêvajoya qeyûman re dewam dike. Qeyûm mafê cemawerî yê gelên Tirkiyeyê xesp dijke. Mafên cemawerî pêşkêşî alîgirin tên kirin. Lê gelên Tirkiyeyê, dikarin li dijî vê pergala qeyûmê, yekitiya xwe ava bikin. Çi bikeve ser milê me, em amadene ku bi hevre bixebitin.”
 
TEMELLÎ: DEREW DIKIN
 
Dûre Temellî axivî û wiha got: “Her ku diçe Tirkiyeyê ji rastiya xwe dûr dikeve. Derew dikin û li ser van derewan, dixwazin desthilatdariya xwe dewam bikin. Bi vê jî dixwazin civakê qane bikin. Lê em baş dixwazin ku bi qeyûman darbe li vîna gelên Tirkiyeyê xistin. Ev zilme. Qanûna Bingehîn binpê dikin. Divê demildest dest ji vê pêkanîna xwe berdin û peywira hevşaredarên me îade bikin. Divê hemû sûcên di serdema qeyûman de hatin kirin bên lê pirsîn. Ji xwe hemû belgeyên van sûcan derdikevin holê. Li şûna ku bersiva van belgeyan bidin, HDP’ê sûcdar dikin. Gelo ma belgeyên bertîlan hene? Belê hene û ev yek derket holê. Hemû talan, dizî û nelirêtiyên qeyûman derketin holê. Di heman demê de vîna siyasî, demokrasî û vîna gel tune dihesibînin. Niha ji gelek aliyan de vîn tê xesp kirin û em vê yekê baş dibînin.”
 
‘DIVÊ TIRKIYE JI VÊ REWŞÊ DERKEVE’ 
 
Temellî, da zanîn ku divê Tirkiye ji vê rewşa nayê bi rêveberin rizgar bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girînge. Bi tayînkirina qeyûman ne tenê vîna gelê Kurd hatiye xespkirin. Vê hişmendiyê, hemû gelên Tirkiyeyê kiriye hedefa xwe. Serokkomar Erdogan daxuyaniyên ku Stenbol û Enqere jî kiriye hedef dide. Li holê darbeyek heye. Li dijî vê darbê, divê hêzên demokratîk li hev kom bibin. Encex em hemû bi hevre karibin, xwe ji van rojên reş û tarî rizgar bikin. Di vî warî de em bi hêvîne.”