Turan: Çima Wezîr pirsan bê bersîv dihêle?

img
MÊRSÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dr. Ridvan Turan, diyar kir ku Wezirê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî, ji 900 pirsan 208 pirs piştî dema wê boriye bersivandine û hêj 228 pirs jî bersîv nedaye. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dr. Ridvan Turan, ji ber ku Wezirê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî, pirsên pirsnameyan bê bersîv dihele, rewşa pirsnameyên bê bersîv anî rojeva meclîsê. Turan, anî ziman ku di 2'emîn sala qanûnçêkirinê ya serdema 27'emîn de, bi piştî 900 pirs ji Wezirê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî pirsîne û 208 pirs piştî dema wê boriye bersivandine û hêj 228 pirs jî bersîv nedaye. Turan, destnişan kir ku piştî pergala hikûmeta Serokomariyê armanca pirsnameya ewe ku venêrtina hikûmetê bike û wiha got: "Ji bo venêrtina hekûmetê ev pirsname pir girîng in. Di pergala nûde ji bo venêrtina parlamenter û hikûmetê de pirsname pir girîng in. Lê Wezîr pirsnameyan be bersîv nîşan dide û cîddi nêzîk nabe. Nêzî 900 pirs hatine pirsîn. Ji van pirsan 208 pirs piştî dema wan boriye hatine bersivandin. 464 di dema xwe de hatine bersivandin. 228 pirs hêj nehatine bersivandin. 
 
Di sala em têde pirsgirêkên çandiniyê piştî krîza aborî pir zêde bûne. Li şûna Wezîrê Çandinî û Daristanê pirsgirêkan çareser bike, pirsnameyên tên şandin li dijî cîddîyetê nêzîk dibe û bê bersîv dihêle. Yek dixwaze berpirsiyariya xwe ya van kêmasiyan ji cemaweriyê veşerê. Ya duyemîn jî der barê xebatên Daristan û Çandiniyê de ne xwedî agahî ye. 
 
Turan ji bo Pakdemîr bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
* Pirsnameyên ku ji bo bersivandina Wezîrê Çandinî û Daristanê tên şandin çima bê bersîv tên hiştin? Çima bersîvên tên dayîn jî li gorî heman qaliban tên dayîn? Çima berfirehî û şênber bersîv nayên dayîn. Pirsnkameyên tên dayîn ji aliyê kêve tên bersivandin?