Mijara 1'ê Îlonê ya HDP'ê dê 'qeyûm' be

img
STENBOL - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan diyar kir ku heta hevşaredarên wan vegerin ser peywira xwe dê çalakiyê xwe bidomînin û got ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi rojeva qeyûm pêşwazî bikin. 
 
Li herêm û li gel bajarên Tirkiyeyê bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî tayînkirina qeyûman bênavber çalakiyan li dar dixe, bi rojeva qeyûman dikeve 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê. Cigîrê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Salîm Kaplan diyar kir ku di çaroveya 1'ê Îlonê de dê li 4 bajaran mitîng li dar bixin û wiha got: "Heta ku hevşaredarên me vegerên ser peywira xwe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
KONSEPTÊ DI 2016'AN DE DEST PÊ KIR
 
Kaplan got ku divê tayînkirina qeyûman bi 3 şaredariyên bajarên mezin re neyê sînorkirin û ev tişt anî ziman: "Ji piştî 31'ê Adarê ve desthilat li dijî me di nav êrîşeke micid de ye. Di 31'ê Adarê de bihinceta ku Bİ KHK'ê ji kar ahatine avêtin, 6 hevşaredarên me mazbatayên wan hatin destserkirin. Ev konsept di sala 2016'an de hat destpêkirin û heta îro jî didome. Tayînkirina qeyûman darbeya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Me vê yekê roja ku qeyûm hatin tayînkirin jî anî ziman. Ev ne tenê êrîşeke li dijî şaredariyên HDP'ê ne. Heke îro şaredariyên HDP'ê neyên parastin dê sibê şaredariyên di destê CHP'ê de jî biçin."
 
4 MITÎNGÊN MEZIN 
 
Kaplan destnîşan kir ku heke li hemberî bêhiqûqiya li dijî HDP'ê deng neyê derxistin dê dor bê Stenbol, Enqere û Îzmîrê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke em li axaftinên Erdogan binêrin dê nîşaneyên vê yekê xwanê dikin. Me li dijî tayînkirina qeyûman qeta çalakiyên bênavber da avakirin. Dê ev çalakiyên me heta ku hevşaredarên me vegerin ser peywira xwe bidomin. Hemû rê û rêbazên demokrasî û aştiyê di ceribînin. Bi vê yekê re em ê hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de gavan bavêjin. Heta îro me di parlamentoyê de hem jî di rêveberiyên herêmî de aştiya civakî ji xwe re kiriye armanc. Em ê vê yekê bi çalakiyên xwe yên demokratîk û aştiyane bidomînin. Em bi 4 mitîngên xwe yên li 4 bajarên cuda yên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, çalakiyên xwe yên li kuçeyan ên rûniştinê, meş û daxuyaniyan mezintir û berbelavtir bikin. Di 1'ê Îlonê de dê mijara me ya sereke qeyûm bin."