Paylan: Di serdema Davutoglu de 'Plana Çokdanînê' xistin meriyetê

img

AMED - Parlementerê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku ew Serokwezîrê Berê Ahmed Davûtoglû weke “Qutiya reş a dewletê“ dibinin û di serdema wî de mekanîka darbeyê ya li dijî pêvajoya çareseriyê dînamît kirin û got: “Serdema Davûtoglû weke ya Mehmet Agar e. Di serdema Davûtoglu de 'Plana çokdanînê' xistin meriyetê.  were li Meclîsê biaxive.”

Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglû li hemberî gefên Erdogan gotibû “Ger ku ez deftera serdema 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdarê vekim wê gelek kes nikaribe têkevin nava civakê". Têkildarî van gotinên Davutoglu de Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Paylan diyar kir ku Serokwezîrê Berê Ahmed Davûtoglû weke “Qutiya reş a dewletê“ dibinin û di serdema wî de mekanîka darbeyê ya li dijî pêvajoya çareseriye dînamît kirin û got: “Birêz Abdullah Ocalan çend caran hişyar kir. Piştî ku mekanîka darbeyê kete dewrê 5’ê Hezîrana 2015’an mîtînga me ya Amedê û 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê komkujî pêk anîn." 
 
‘PLANA ÇOKDANÎNÊ XISTIN DEWRÊ’
 
Paylan, bibîrxist ku 22’yê Tîrmeha 2015’an bi kuştina du polîsan Davûtoglû pevajoya çareseriyê qedand û talimata operasyonan da û axivî: “Di 2014’an de civîna Lijneya Ewlehiyê ya Millî (MGK)biryara “Plana Çokdanînê” xistin dewrê û yek bi yek pêk anî.”
 
Paylan, dazanîn ku heke Davûtoglû biaxive berpirsyarên Pirsûs û Komkujiya Gara Enqerê jî dê derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotibû ku du polîsên di 22’yê Tîrmehê de li Serêkaniyê hatine kuştin PKK’ê kuştine. Dadger û dozgerên ku biryara girtinan dayî FETO’yî derketin. Wê demê derket holê ku tu eleqeya wan ciwanên hatin girtin bi kuştina polisan tune. Divê Davûtoglû rastiya der barê vê mijarê de bêje." 
 
AGAR JÎ HEMAN TIŞT GOTIBÛ
 
Paylan, xwest Davûtoglû bersiva pirsên “Kê pevajoya diyalogê dînamît kir?”, “Mekanîka darbeyê çawa xistin dewrê?, “Ew bi xwe bi darbeyeke çawa ji peywirê hat wergirtin?” bide û wiha domand: "Berê Mehmet Agar jî gotibû 'Ez biaxivim, tuglayekê bikşînim wê dîwar hilweşe.' Lê Agar neaxivî. Ew dîwarê xerabe li cihê xwe disekine. Bi salane gelek kul kişand. Xwîn rijiya, hêsir bariyan. Serdema Davûtoglû serdemeke reş bû. Divê Davutoglu bi wê serdemê re rûbirû bimîne. Ger ku ev tarîtî ronî nebe, ev tarî wê me bifetisîne." 
 
'SERDEMA AGAR Û DAVUTOGLU DIŞIBIN HEV' 
 
Paylan, serdema Serokwezîrtiya Davûtoglû şibande ya Mehmet Agar û wiha bi dawî kir: "Bi wê serdemê re rûbirû bimînin, wê herkes hesab bide. Ger ku sucdar neyên cezakirin wê serdema tarî dirêj bibe. Ji ber vê yekê divê Davûtoglû were Meclîsê û biaxive. Ez nafikirim ku Davûtoglu tene qutiya reş a dewletê ye. Kesên ku fuze avetina wî aliye sînor xwestin şer bidin destpêkirin hebûn, mekanîkeke ku dixwest pêvajoya pevçûnê berdewam bike hebû. Xwestin ku darbeyê pêk bînin. Di nava vê dewletê de gelek hêzên tarî hene. Wê demê jî hem FETO û AKP û hem jî aktorên din hebûn. Piştî pevajoya darbeyê Erdogan berê xwe da MHP, statukoyiyan û Ergenekoniyan. " 
 
MA / Fethî Balaman – Fahrettîn Kiliç