Oluç bersiv da Erdogan: Diyariyên ku qeyûm şandin te girt?

img

STENBOL - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bersîv da gotina Erdogan a “Pereyan dişînin Qendîlê" û wiha got: "Derewan dikin. Şaredariyê me yek Quriş nelirêtî nekiriye. Diyariyên ku qeyûm ji were şandin we girtin ya na?" 

 
Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin, bertek zêde dibin. Li aliyê din niqaşên li ser qeyûman jî zêde dibin. Piştî wezîr qeyûm tayîn kir, Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan parastina qeyûman kir û got: “Pereyên ku bi bacan kom dikin nadin gel. Pereyan dişînin Qendîlê. Em nikarin vê yekê temaşe bikin." Bertekên li dijî gotina Erdogan her ku diçe zêde dibin. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bersîv da gotina Erdogan a “Pereyan dişînin Qendîlê" û wiha got: "Derewan dikin. Şaredariyê me yek Quriş nelirêtî nekiriye. Diyariyên ku qeyûm ji were şandin we girtin ya na? Berê jî dema qeyûm tayînî şaredaiyan kiribû heman tişt gotibû. Lê têkildarî vê yekê tu belge û rastî tune ye. Ji ber ku tiştekî wisa tune ye. Aşkere derewan dikin. Erdogan bi navê Serokomarê welatekî diaxive. Lê wisa bê belge bêbextiyan dike. Ev pir dilêş e. Di nava 5 mehan de şaredariyên me çi kirine her tişt pir zelal e. Di nava 3 salan de qeyûm çi kir her tişt derket holê. Piştî qeyûm tayînî şaredariyên herêmê kirin, tev di bin deynan de hiştin. Belgeyên nelirêtiya qeyûman derket holê. Yên ku nelirêtî û bê qanûnî kiribin ew jî qeyûm in. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nava 4 mehan de 75 milyon TL deynê şaredariyê daye. 
 
MA / Erdogan Alayumat