HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike

img
ENQERE - HDP'ê ji meclîsê xwest ku gotinên Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu ya “Ger der barê têkoşîna terorê de defter bên vekirin, wê gelek kes êdî nikaribe têkevin nava mirovan" lêkolîn bikin û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin. 
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, têkildarî gotinên Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya der barê geşedanên navbera 7 Heziran û 1'ê mijdarê de ya “Ger der barê têkoşîna terorê de defter bên vekirin, wê gelek kes êdî nikaribe têkevin nava mirovan" xwest meclîs lekolînê bike. Kurtulan, xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin û van gotinan yek bi yek lêkolîn bikin. Kurtulan, anî zimn ku di wê pêvjoya ku Davutoglu qal dike de di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê di mîtînga HDP'ê de teqîn pêk hatibû. Di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê teqîn pêk hatibû. Li GAR'a Enqereyê teqîn pêk hatibû û li Serekaniyê 2 polîs hatibûn kuştin û xwest ev yek bi yek bê lêkolînkirin û ronîkirin.