Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire

img

ENQERE - HDP’ê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi dengekî pir zêde şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê qezenç kir. Lê hêj 5 meh neqediyan Wezîrê AKP'ê yê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayîn kir. Tayînkirina qeyûman gotinên Serokê Giştî û Serokomar Tayyip Erdogan ên têkildarî hilbijartinê anî hiş û aqilan. Erdogan duh tiştek û îro tiştekî din dibêje. 

 
Hikûmeta AKP'ê di 19'ê Tebaxê de waliyê bajaran wekî qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Gel bertekên hişk nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Çalakî li Amed, Mêrdîn û Wanê 3 rojin berdewam dikin. Li gel ku HDP'ê bajarên Mêrdîn, Wan û Amedê bi rêjeyek gelek mezin stendibûn jî dîsa hêj 5 meh di ser hilbijartinê re derbas nebûn Wezîrê AKP'î qeyûm tayîn kir. Tayînkirina qeyûm wekî "darbeya sivîl" hat pênasekirin. Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye. Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin duh daxuyanî da û got: “Têkildarî kesên piştgiri dane terorê gav hatiye avêtin. Hilbijartina kesan, wan kesan masûm nake." Vê gotinê gotinên Erdogan ên berê û nakokiyên wî anîn aqilan. 
 
ÇEND GOTINÊN ERDOGAN ÊN TÊKILDARÎ HILBIJARTINAN
 
* Piştî biryara hilbijartina 12'ê Kanûna 2006'an a Fîlîstinê: "Ev gava di kêliyên dawî de hat avêtin ne rast e. Yên ambargo danîn danîn ser Filistinê divê encama hilbijartinê li pêş çavan bigirtana. Ger ku em ji demokrasiyê bawer dikin divê em hurmetê nîşanî sindoqan bidin. Lê li Fîlistinê ev hurmet nehatiye nîşandan. 
 
* Axaftina Koma AKP'ê ya 2'ê Gulana 2007'an: “Me tu carî hilbijartin û vîna gel paşguh nekiriye. Wê sindoqên hilbijartinê bê avakirin û gel wê bi vîna xwe ya hur dengê xwe bavêjin sindoqan." 
 
*  Di axaftina 16'ê Adara 2008'an a li Sêrtê de: “Ma Demokrasî ew qas erzan e. Tu kes nikare vê neheqiya li dijî gel rewa bibîne. Bi tunekirina vîna gel hiqûq nayê avakirin. 
 
* Di kongreya AKP'ê ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê ya 08'ê Mijdara 2018'an de: “Wê her dera welat bi heman rengî xweşik bibe. Li her derê wê xwedî heman maf bin. Ger ku ne wisa be divê hûn jî hesab bipirsin. Hûnê li ku hesab bipirsin. Hûnê di sindoqan de hesap bipirsin. Demokrasî ev e." 
 
* Axaftina 5'ê Tîrmeha 2013'an a li dijî Birayên Musliman a li Misirê:  "Sindoq namûsa demokrasiyê ye. Yên hurmeta wan ji sindoqan re tune be, hurmeta wan li hemberî wan, gelê wan û diroka wan tune ye." 
 
* Bi berxwedana Gezî de li dijî daxuyaniya Serokomarê 11'emîn Abdullah Gul a “Demokrasî tenê ne sindoq in" di ziyareta Fasê de wiha gotibû: “Demokrasiya bê sindoq ne pêkan e." 
 
* Di civîna Meclîsa Bajar a Stenbolê ya 22'ê Hezîrana 2014'an de  tarihindeki: “Ger ku partiyek siyasî li sindoqan xwedî dernekeve û sindoqan neparêze, wê partiyê ji destpêkê de winda kiriye. 
 
* Beriya qeyûmên destpêkê di 28'ê Adara 2016'an de: “Ez bawer dikim ku birayê min ên Amedî zû dereng wê dersa pêwist di sindoqê de bidin. Em li gorî sindoqan tev digerin. Lê ew li gorî qandîlê tev digerin. Em hêza xwe ji gel distînin. Ferqa me ew e" 
 
* Têkildarî bûyerên li Venezuelayê di 24'ê Çileya 2019'an de “40 salin di nava siyasetê de me. Ez di 40 salan de wisa hîn bûm ku demokrasî ewe ku mirov hurmetê ji encama sindoqan re nîşan bide. Ger ku mirov hurmetê nîşanî sindoqan nede ev ne demokrasî. Ev hişmendiya totaliter e." 
 
*  Li Semsûrê di 26'ê Adara 2019'an de “Sindoq namûsa me ye. Sindoq keleha vina neteweyî ya ku nayê hejandin e."