Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e

img

ENQERE -  Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê got ku pirsgirêk ne pirsgirêka HDP û partiyeke din a siyasî ye, bêhurmetiya li vîna gel e. 

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, ji nivîskarê rojnameya Sozcuyê re axivî û bertek nîşanî biryara Wezareta Karên Hundir a tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da. Kiliçdaroglû diyar kir ku tişta hatiye kirin li demokrasiyê nayê û wiha got: "Pêngaveke bi rihê darbeyê hatiye kirin. Vîna gel darbe kirine. Berî hilbijartinê dadgerên YSK'ê namzetiya wan qebûl kirine. Îro li rojnameyê wan nêrî; wan sûcdar îlan kirine. Ji kîngê ve kesekî ji bilî dadgehan tê sûcdar tê îlankirin. Li her dera Cîhanê daraz biryar dide."
 
'JI VÎNA GEL RE RÊZ BIGIRIN'
 
Di berdewamê de Kiliçdaroglû bal kişand ser helwesta siyasî ya AKP'ê ya ji bo tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: "Li gel ku hemû dadgehê di destê wan de ne jî li benda biryara dadgehê nasekinin û bi awayekî lez û bez gav davêjin. Pirsgirêk ne pirsgirêka HDP û partiyeke din a siyasî ye, bêhurmetiya li vîna gel e. Dema ku bi Davûtoglû serokwezîriyê daxistin û şaredarên xwe dan îstifakirin jî me heman helwest nîşan da. Tişta tê kirin bêhurmetiya li dijî vîna gel e. Heke hûn ê wiha bikin, çima diçin ser sindoqan. Heke we sindoqan danîbe divê hûn ji vîna gel re rêz bigirin. Bi van pêkanînan em l tu dera Cîhanê nikarin bibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye. 
 
DÊ CHP ÇI BIKE?
 
Kiliçdaroglû têkildarî helwesta wan a li hemberî vê yekê jî ev tişt got: "Dema bûyerên bi rengî, em derketina kuçeyan û şermezarkirina bi rengî rast nabînin. Em bi têgihîştina gel bawerin. Li Stenbolê bi destê YSK'ê heman tiştî anîn serê me jî. Ji me re jî gotin ku derin kuçeyê û boykot bişkin. Li me wiha nekir û bi têgihîştina gel bawer bûn û me ev yek dît jî."