Ji Soylû daxuyaniya qeyûm

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê daxuyanî da û got ku wek dewlet tayînkirina qeyûman peywira wan e.

 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê axivî û ev tişt got: "Kesên ku li bendê ne em ê xweşbîniyê nîşanî terorê bidin di nav şaşiyan de ne." Soylû di berdewamê de jî angaşt kir ku helw tê dayîn ku Tirkiye li ser şaredariyan bibe navenda 'terorê' û wiha got: "Qeyd, makeqanûn û qanûnên şaredariyê bersiva vê yekê da. Creke din vê yekê dubare nekin. Kesên ku dixwazin xerabûnê hem bînin ser demokrasiyê hem jî bînin ser hiqûqê, serî li hemberî dewletê radikin, demokrasiya me îstismar dikin û dengê gel ê helal qirêjî dikin."