‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’

img
AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ê di kongreya Partiya Yenîşehîrê de axivî, diyar kir ku ji bilî şer tu sozên AKP’ê û MHP’ê yên ku bidin civakî nemane. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Yenîşerhîr a Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre bi şîara “Em ê bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, civakê azad bikin’ li Salona Konferansê ya Tîgrîs a Parka Sûmerê ya Şaredariya  Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Parlementên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn, Hevşaredar, Rêxistina ESP’ê ya Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya 78’an û gelek welatî beşdarî kongre bûn. Pankartên “Me duh bi ser xist, em ê îro jî bi ser bixin” û “Em xwe li dûra rojê birêxistin bikin, azad bibin” bi salona kongrê ve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo dîwana kongre hilbijartin hat kirin û dûre kongreyê dewam kir. 
 
‘BIRAKÛJIYÊ LI SER KURDAN FERZ DIKIN’
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, di kongrê de axivî û wiha got: “AKP û MHP li ser înkara Kurdan polîtîkayên xwe bi rêve dibin. Lê ewê bi van polîtîkayên xwe tu encaman bi dest nexin. Divê  êdî vîna gelê Kurd û hembûna Kurd qebûl bikin. TSK, bi operayonên lêşkerî yên li ser Herêma Kurdistana Federe û mudaxilya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê gefan li gelê Kurd dixwe. Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên ku bidin civakî nemane. Bi şer dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin. Brakûjiyê li ser gelê Kurd ferz dikin.”   
 
‘DIVÊ EM SIYASETA DEMOKRATÎK BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Ceylan, diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên şer ên hikumeta AKP’ê, gelê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel vê divê gelên Tirkiyeyê rêxistinbûna xwe mezintr bikin. Berî her tiştî divê em siyaseta  demokratîk bi rêxistin bikin.”
 
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Hulya Alokmen Ûyanik jî, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û wiha  got: “Divê êdî hemû kes berjewendiyên civakî bifikirin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, raporên malî û xebatên partiyê hatin xwendin. Di encama hilbijartina di kongreyê hat kirin de, ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Suzucu û Sadrettîn Kaya hatin hilbijartin.