DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike

img
AMED - Rêxistina DBP'ê piştî bi rojevên "misyon û ji nûve avakirinê" civîna MYK'ê li dar xist biryar da ku rêxistinên bajar û navçeyan fesh bike. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 5'ê Tebaxê de civîna Lijneya Rêveberiyên Navendî (MYK) li dar xist. DBP'ê bi rojevên "misyon û ji nûve avakirinê" civîna MYK'ê li dar xist. DBP'ê piştî civînê biryar da ku rêxistinên bajar û navçeyan fesh bike. Têkildarî civînê daxuyaniyek nivîskî waşand. DBP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku rol û misyona xwe nirxandiye û wê xwe ji nûve ava bike. 
 
 
DBP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku di pêvajoyek wisa de partiya wan DBP'ê li Tirkiye li dijî faşizmê armanc dike ku siyaseta demokratîk xurt bike valahiyên qadên siyasî tije bike. Aliyên lawaz ên siyasetê jî xurt bike. Li ser vî esasî qada rêxistinbûna xwe ji nûve li ber çavan girtine û biryar dane ku ji nuve xwe ava bikin. Li ser vê yekê bi rêxistinên eleqeder re civîn pêk anine û niqaş kirine. Di civîn û niqaşan de biryar dene ku li hin qadên lê bi rêxistin xwe paşve bikişîne. Bi vê nêzîkatiyê armanc dike li dijî faşizmê têkoşîna siyasî ya demokratîk ku gel dimeşîne bêtir bi hêz bikin û berdewam bikin. Partiya me li gorî pêvajoya siyasî û dîrokî biryara ji nûve avakirinê niqaş kiriye. Niqaşên xwe bi rêveberiyên xwecihî, herêmî û navendî re meşandine. Li gori van niqaşan ji bo li dijî faşizmê rexistinbûna siyaseta demokratîk pêş bixe biryar daye ku rêxistinên bajar û navçeyan ên tirkiye fesh bike. Hemû qadroyên xwe jî tev li rêxistinên siyasetê bike û tev li rêxistinbûna civaka demokartîk bike. Em li dijî faşîzmê rêxistinbûn, hêzkirina siyaseta civakî û demokratik û mezinkirinê esas digirin û dikin armanca sereke. 
 
Em armanc dikin ku li Amed, Mêrdîn, Wan, Dîlokê siyaseta demokratîk û civaka demokratik ava bikin û li gorî vê rol û mîsyonê mîsyona xwe ya perwerdehiyê bikin xebata bingehîn."