HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand

img

ENQERE - HDP'ê encamnameya 1'emîn Konferansa Rêxistinbûna Navendî ragihand.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya 1'emîn Konferansa Rêxistinbûna Navendî ya ku bi beşdariya 600 delegeyan di navbera 3-4'ê Tebaxê de li dar xistibû, ragihand.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin li gel ku partiya wan ji pêvajoyên zehmet û zextên giran derbas bûye jî, di her fetloneka krîtîk a siyasî de rola xwe ya demokratîk listiye û ev di hilbijartina dawî ya xwecih de berbiçav xuya kiriye ku di siyaseta Tirkiyê de HDP diyarker e û aktoreke demokratîk e.
 
'HEVKARIYA AKP-MHP'Ê KRÎZÊ TÎNE'  
 
Bi berdewamî hate gotin Tirkiye bi hevkariya AKP-MHP'ê ketiye nav krîzeke giran a siyasî û aborî û ev tifaqa AKP-MHP'ê bi şer, dagirkerî, talan û pergala mêtinger diwaze heq ji vê krîzê derkeve. 
 
'EM Ê BERÊ XWE BIDIN NAV GEL'  
 
HDP'ê diyar kir li dijî zilm û zordariya faşîzan ew ê berxwedanê geş bikin, berê xwe bidin gel û wiha heq ji kêmasiyên xwe yên rêxistinî derkevin, ew ê demokrasiyê, aştiyê, li kargehan, kuçeyan û hemû qadên jiyanê ava bikin, bi vê hişmendiyê wê daxwazên hemû beşên civakê yên demokrasiyê, sosyal û ekolojîk bikin mijara têkoşîna hevpar.
 
'TIFAQA DEMOKRATÎK'
 
Di encamnameya konferansê de her wiha hate gotin, ''Em ê tifaqa demokrasiyê bi hêzê demokrasiyê re pêk bînin'', hêrs û helwesta gel a li dijî tifaqa AKP-MHP'ê hate bibîrxistin û hate gotin peywira ku dikeve ser wan ew e, bikin ku hêzên muxalefetê bi xwe bawer bin û helwesta wan veguherînin ser çalakiyê, beşên civakî bikin kirdeyê siyaseta demokratîk û xeta rêxistiniyê ava bikin.
 
'ŞÊWAZA JINÊ DI NAV PARTIYÊ DE DÎSA WÊ WERE XURTKIRIN'
 
Di encamnameyê de hate gotin, hatiye tespîtkirin ku xeta azadîxwaziya jinê û wekhevîxwaz ji hêla hişmendiya nêr ve li nav jiyana partiyê, di lijneyan de û di jiyana rojane de hatiye qelskirin, mehandin û hewl tê dayin ku ev xet were paşxistin û hate diyarkirin, li dijî vê hişmendiya nêr a ku di nav partiyê de xurt dibe, wê têkoşîn bi biryardarî were kirin, şêwaza jinê li nav partiyê dîsa wê were xurtkirin.
 
Bi domdarî hate gotin di serdema nû ya rêxistinê de ji bo ku rêxistniya xwecih a civakî, rêxistiniya demokratîk a ji cih b cih were, divê jin di nav partiyê û civakê de werin rêxistinî kirin û di serî de pergala hevseroktiyê, ji bo temsîla wekhev û jin di nav jiyana partiyê de çalak bibin li dijî hişmendiya nêr wê bi biryardarî têkoşîn were kirin.
 
'BÊYÎ CIWANAN EM NIKARIN RIZGAR BIBIN'
 
Li ser rola ciwanan jî hate gotin, ''Ciwan civakê digihînin dahatuyê. Xeteke siyasî ya ku dînamîzma ciwanan ne aktîf e, nikare xwe jê xilas bike ku nekeve nav pergalê. Ji bo geşbûna rêxistiniya ciwanan ku wê civakê bigihînin dahatuyê û ji bo geşbûna Meclîsa me ya Ciwanan ku wê têkoşîna vê ya aktîf bide, em ê bi biryardarî her cure destekê bidin têkoşîna heyî.''
 
'HDP PARTIYA HÊVIYÊ YE'
 
Her wiha hate gotin, ''Di demeke wiha de ku dîrok xwe ji surprîzên wiha re hazir dike ku dika siyasetê serûbinî hev dike, em ji peywirên mezintir re, ên li ber dêrî hazir in. Em careke dî dibêjin, HDP partiya hêviyê ye û wê were.''
 
'HEMÛ PARTÎ JI BO AŞTIYA CIVAKÎ BI BERPIRSYARÎ RABIN'
 
Di encamnameya Konferansê de hate gotin ,''Li ser mijara demokratîkbûnê û çareseriya pirsa Kurda ji ber berpirsyariya siyasî û dîrokî divê hemû derdora helwesta xwe nîşan bidin. Di serî de CHP, hemû partiyên li Parlamentoyê û derveyî Parlamentoyê, em bang li wan dikin ku ji bo aştiya civakî bi berpirsyarî rabin, li dijî polîtîkayên şer tevbigerin.
 
'JI BO AŞTIYÊ HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE PIR GIRÎING IN'
 
Di demeke wiha de ku dewleta Tirk gefan dixwe ku Rojava dagir bike, di encamnameya konferansê de hate gotin,''Deklarasyna 7 xalî ya ku Rêzdar Ocalan dema ku 2'yê Gulanê di hevdîtina parêzeran de bi raya giştî re par ve kirî, ji bo çareseriya pirsgirêkan pir girîng e. Em careke dî diyar dikin, ji bo çareseriya pirsgirêkan û aştiya herêmê pir girîng e ku Rêzdar Ocalan bi parêzer û şandeyên siyasî re hevdîtinan bike.''
 
'PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ DIVÊ BL LEZGÎNÎ BIBE XWEDÎ HELWEST'
 
Herî dawî hate gotin ,''Li dijî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê û dorpêçê ya van demên dawî û li dijî êrîşên dersînor ên Tirkiyê divê Parlamentoya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi lezgînî bibe xwedî helwest. Ev helbest ji bo pevçûneke navxwe ya Kurd çênebe û ji bo avakirina Yekîtiya Netewî ya Demokratîk hewce ye. Ji bo Kurdan Yekîtiya Netewî ji partiyan û ji şexsan wêdetir e. Ji bo vê, ji bo ku rageşiya di navbeyna Kurdan de bi dawî bibe peywireke dîrokî ye ku her kes bi berpirsyariya xwe rabe.''