HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda

img

ENQERE - Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê, salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: "Rêya 3'yemîn ne tenê hêvî da gelê Kurd, hêvî da hemû gelan."

 
Berdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hiyar Ozsoy, bi boneya salvegea Şoreşa Rojava daxunaiyek nivîskî weşandin.
 
Komisyonê di daxuyaniya da de bal kişand ser 3'yemîn salavegera Şoreşa Rojava û wiha  got: "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ya di 15'ê Adara 2011'an dest pê kir de, gelên Bakurê Sûriyeyê li dijî rejîma Esad û taristiya DAIŞ'ê, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li ser bingeha rêya 3'yemîn qedera xwe tayîn kirin. Pêvajoya li Kobanê dest pê kir û veguherî Şoreşa Rojava, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji gelên Erep, Tirkmen, Ermenî û Suryanî bû hêviyek mezin." 
 
‘BERXWEDANA DÎROKÎ BÛ HÊVI’
 
Dewama daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Avakirina rêya seyemîn ku li Kobanê dest pê kir û veguherî Şoreşa rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Ereb, Tirmen, Ermenî û Suryaniyên li Sûriyeyê dijîn bû hêviyek. Gelên Bakurê Sûriyeyê ku di çareseriya muzakereyên demokratîk de israr dike, DAÎŞ û hemû hêzên li dijminê şoreşê êrîş kirin û ji parastinê zêdetir rêyek din ji bo wan nehiştin. Serî de jin, di nav ge gelên Bakurê Sûriyeyê ku ji Kobanê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû, bi berxwedanekî dîrokî DAÎŞ têk bir.
 
AKP BI DAGIRKERIYÊ DIXWAZE ŞOREŞÊ BIFETISÎNE
 
Tirkiyeya ku serî de li dijî Sûriye û Rojava polîtîkayên şas dimeşîne hê jî israr dike, ne li gorî berjewendiyên gelên Tirkiyê  û Rojhilata Navîn e. Hikûmeta AKP’ê hewl dide Şoreşa Rojava a ji bo gelan bûyî îlham bifetisîne. Hikûmeta AKP’ê ku li Efrîna dagirkirî zeytûnên wê weke xenîmeta şer difiroşe û niha dixwaze li Bakurê Sûriyeyê ku herêma herî biewle ya Sûriyeyê ye bi vekirina eniyên nû yên şer bêçareseriya siyasî kurtir dike.
 
Şoreşa Rojava a ku ji bo Rojhilata Navîn nîşan da ku rêyek din ne mumkun e, silav dikin û didin diyarkirin ku ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li erdingariya Sûriye, Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn têkoşîna me wê bi biryardarî bidome.
 
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP’Ê RAWESTIN
 
Em bang li raya giştî ya navnetewî, hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê rawestin piştevaniya gelên ku têkoşina demokratî, azadî û wekheviyê li Rohilata Navîn didin, bikin.”