HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da

img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê têkildarî zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li Navçeya Pilûr a Dersimê di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da. HDP'ê anî ziman ku Waliyê Dersimê bêyî der barê bûyerê de lêpirsînê bimeşîne û lêkolîna tipa edlî pêş bixe, ji bo bersûc neyên cezakirin daxuyanî daye." 

 
Rêxistina HDP'ê têkildarî kuştina xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li Navçeya Pilûr a Dersimê di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nevîskî da. Li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Cîgirê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyarê Rêxistinê Alican Onlu, daxuyaniya nivîski da. Onlu, diyar kir ku Ayaz Guloglu û Nupelda Guloglu dema li tenişta xanî dilîstin teqemenî bi wan de teqîya ye û jiyana xwe ji dest dane. Onlu, anî ziman ku bê şert û merc tişta bûye sedema kuştina zarokan şermezar dike û xwest kesên berpirsiyar bi lez bên cezakirin. Onlu, anî ziman ku li Dersimê 10 hezar mayîn hatine çandin û tenê di sala 2009'an de li gorî rapora Şopandina Bombeyên Çandî 23  zarok bi teqemeniyan jiyana  xwe ji dest dane û wiha got: "Waliyê Dersimê bêyî der barê bûyerê de lêpirsînê bimeşîne û lêkolîna tipa edlî pêş bixe, ji bo bersûc neyên cezakirin daxuyanî daye. Walî wekî cînayetê Sakine Oguz ya di Gulanê de li navçeya Xozatê daxuyanî da, niha ji bo van zarokan jî heman daxuyanî da. Bi vê yekê dixwaze ser lêpirsînê bigire û bersûc bê ceza bên hiştin. Em dîsa sersaxî ji bo hemû malbat û gelê Dersimê re dixwazin."