‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’

img

AMED - Parlementerê HDP’ê  yê Riha Omer Ocalan, bibîr xist ku nêzî mehekiyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê kirin û got: “Ger Birêz Ocalan bikeve dewrê dê hizûr pêk bê û çareserî bê axaftin. Lê ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe.”

Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir de, piştî 8 salan Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2’yê Gulanê de çûn hevdîtina muwekîlê xwe. Parêzer dûre di 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê bi giştî 4 caran çûn hevdîtina Ocalan. Lê piştî ku AKP’ê di hilbijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîran winda kir de, hevdîtinên di 2’yê Gulanê de bi Ocalan re dest pê kiribûn, ji nişkade qût kirin û ev meheke hevdîtin nayê kirin. Ji malbata Ocalan Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, derbarê polîtîkayên tecrîdê yên hikumetê de axivî û mijarên girîng anî ziman.  
 
‘NÊZÎKATIYÊN ERZAN’
 
Ocalan, diyar kir ku AKP’ê xwest di hibijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîranê de hemleyekê bike, lê ya rast di encama berxwedana girtiyên jiyana xwe ji dest dan û çalakiya greva birçîbûnê de hevdîtin bi Ocalan re pêş ketin û wiha bilêv kir: “Di encama bedelên hatin dayîn de, hevdîtin bi Birêz Ocalan re hatin kirin. Bi dest pê kirina hevdîtinan re dewlet ket nava hewldanên spekûlayonan. Lê em van polîtîkayan weke ‘nêzîkatiyên erzan’ bi nav dikin.” 
 
‘DIVÊ JI BO BIRÊZ OCALAN QAD BÊ VEKIRIN’
 
Ocalan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ocalan bêhnê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vedike. Ji ber vê divê tim danûstan bi Ocalan re hebin. Piştî 18’ê Hezîranê, cardin deriyên Girava Îmraliyê girtin. Divê raman û nêrînên Birêz Ocalan ji raya giştî re bên ragihandin. Lê AKP û MHP li dijî qezencên Kurdan gefên xwe berdewam dikin. Têkoşîna gelê Kurd hinekê ev vale derxist. Birêz Ocalan her carê hişyariya ‘Hûn nikarin ji min re bêjin di hewzê valede avjenî bikin’ dike. Ji bo ku welat bêhnek rehet bigire, divê ji bo Birêz Ocalan qad bê vekirin.” 
 
‘GER DERIYÊN ÎMRALI BÊN GIRTIN, DÊ LI WELAT KAOS KÛRTIR BIBE’
 
Ocalan, da zanîn ku Birêz Ocalan rêberê gelê Kurdane û wiha bilêv kir: “Dewletê di pêvajoya diyalogê ya salên 2013 û 2015’an de ev rastî qebûl kir. Welat ketiye nava gerînekê. Li Tirkiyeyê pergal xitimiye. Rewabûna AKP û MHP’ê bûye mijara nîqaşê. Ji ber vê divê kes vê tecrîdê qebûl neke. Ger Birêz Ocalan bikeve dewrê dê hizûr pêk were û çareserî bê axaftin. Lê ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaso kûrtir bibe. Bi sedsalane rewşek şer û pevçûnan heye. Divê êdî ev rewş bê guhertin.” 
 
‘KESÊN KU BI NIRXÊN GELÊ KURD BILÎZIN DÊ WINDA BIKIN’
 
Ocalan, dest nîşan kir ku AKP xwest hevdîtinên bi Ocalan hatin kirin, ji bo hilbijartina Stenbolê bikar bîne û wiha pê de çû: “Lê vê yekê bi AKP’ê da winda kirin. Ji sala 2015’an ve, heya sala 2019’an ev erdnîgarî tê wêrankirin, bajêr tên vale kirin, bi hezaran mirov hatin kuştin û hemû cureyên qedexeyan hatin ceribandin. Ligel vê yekê jî hûn li bendêne ku ev mirov di hilbijartina Stenbolê de dengên xwe bidin we? AKP di vê mijarê de dinava şaşiyê deye. AKP û MHP ji bo ku desthilatdariya xwe daîmî bikin, nirxên gelê Kurd bi kar tînin. Yên ku bi nirxên gelê Kurd bilîzin dê winda bikin. Divê jidil nêzî vê pirsgirêkê bibin.”
 
‘DAGIRKERIYA BAŞÛR KURDISTANÊ BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Ocalan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser operasyona di 27’ê Gulanê de li Herêma Kurdistana Ferdere dert pê kir û wiha got: “Pirsgirêka gelê Kurd tu carî bi polîtîkayên şer nayê çareser kirin. Dagirkeriya îro li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn û rewşa şer a heyî, bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye. Dewlet wisan difikire ku dê bi polîtîkayên şaş encamê bigire. Lê dîsa dê êş bê jiyîn, mirov wê jiyana xwe ji dest bidin û dijminantiya dinava gelan de bê kûrtir kirin. Gel Kurd tu carî dest ji daxwazên xwe yên rewa bernade, yên berevajî vê yekê difiririn, dê dîsa winda bikin û bikevin şaşiyên dîrokî.”
 
MA / Ozgur Paksoy