Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de diyar kir ku di hilbijartina Stenbolê de hemû hêzên demokrasiyê bi ser ketin û wiha got: “Divê em heviya ku bilind dibe bêtir bi rêxistin bikin. Rêya vê yekê jî di xurtkirina îtîfaqa demokratîk re derbas dibe. Ji bo çareseriyê Birêz Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje." 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 9’emîn li dar xist. HDK'ê civîn li avahiya xwe ya li Navçeya Beyoglu ya Stenbolê li dar xist. Di civînê de Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, hevparên kongreyê û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Civînê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, kesên di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Berxwedan di rêya ku pêşeng û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê vekiriye de berdewam dike. Berxwedan îro di pêşengiya Leyla Guven de berdewam dike. Berxwedana greva birçîbûnê berxwedan berdewam kir." 
 
Koçyîgît, diyar kir ku li ser axa Tirkiye bi salan de hişmendiya yekperest serdest e û wiha got: "Ji avakirina komarê heta niha feraseta îttihat û terakkî berdewam dike û wiha lê zêde kir: "Di 10 salên dawî de em dibînin ku çi cara hêza civakî xwe bi rêxstin dike û pêş dikeve hişmendiya terakî li pêş vê yekê dibe asteng. Piştî darbeyê em dibînin ku rêveberiya Tirkiye hat guhertin. Ji darbeya eskerî wêdetir, ev darbe kirin wekî rêveberiyek ji rêzê û rewa kirin. Xwestin vê rêveberiya darbeyê di nava jiyanê de bikin rêveberiyek asayî û ji rêzê. Ji bo rê li pêş tevgera siyasî ya Kurd bigirin, her dem li dijî siyaseta kurd operasyonan li dar dixin. Bê navber siyasetmedarên Kurd tên girtin. Dixwazin rê û qadê li pêş siyaseta HDP’ê teng bikin û bigirin. Naxwazin heviya civakê ya aştîyê zindî bibe. Dixwazin aştiyê kriminalize bikin û heviyên der barê aştiyê de bişkînin. Bi vê yekê Tirkiye heps dikin." 
 
'HIŞMANDIYA AXA XWE JI DAGIRKIRINÊ RE VEDIKE RÊ LI PÊŞ BIRAKUJIYÊ VEDIKE' 
 
Koçyîgît, destnîşan kir, dema hilbijartinên 23'ê Hezîranê di axivîn, îtîfaqa AKP-MHP'ê, operasyona dersinor ilan kir û li ser axa Başûrê Kurdistanê operasyon dan destpêkirin û wiha lê zêde kir: "Gelek cih û warên mirovan her roj tên bombekirin. Mirov tên kuştin. Heta niha kesî li dijî kuştina van mirovan dengê xwe bilind nekirine. Bêdengiya li dijî operasyonên Başûrê Kurdistanê nayê famkirin. Feraseta ku destûr dide Tirkiye li ser axa wan mayinde bibe rê li pêş xwişk û birakujiyê vedikin. Ez li vir bang li hemû rêxistin, sazî û komeleyan dikim, ji bo em rê li pêş vê yekê bigirin em destê xwe bidin hev û destûr nedin vê yekê. Em destûr nedin ku Kurd li hemberî hev rahêlîn çekan. Divê em rê û rêbazên ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe vekin." 
 
BRÊZ OCALAN  AMADE YE DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE
 
Koçyigît, da zanîn ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê parêzer yekem car di 2'ê Gulanê de çûn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û piştî 4 caran hevdîtin kirin niha hevdîtin nayê kirin û wiha got: “Di hevdîtina bi Birêz Ocalan de Brêz Ocalan diyar kir ku ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane amade ye. Birêz Ocalan ji çareseriyê re amade ye. Diyar kir ku wî xeta 2013’an bêtir kûr û pêş xistiye. Xwest êdî dewlet gavan bavêje. Ev kar tenê bi hikûmet û dewletê pêş nakeve. Divê ji bo aştiya civakî rêxistinên sivîl û civakî jî gavên ji bo çarseriyê bavêjin. Îro erka me ya sereke divê em têkoşîna aştiya bi rûmet xurt bikin. Divê em sedema vê yekê baş bidin famkirin û aşkerekirin. Divê em vê heviya bilind dibe bêtir bi rêxistin û xurt bikin. Ji bo vê yekê jî divê em îtîfaqa demokratîk xurt bikin. Divê em bernameya îtîfaqa demokratîk ava bikin û milê wê yê nava gel têxin meriyetê. 
 
'ÊRÎŞA LI ODTU ÊRÎŞEK BÎRRDOZÎ YE' 
 
Koçyîgît, herî dawî bal kişand ser birîna darên li ODTU û  wiha got: "Darên spîndarê yên li ODTU ji bo yurda KYK'ê tên birîn encama feraseta şer e. Êrîşa li dijî ODTU êrîşek bîrdozî ye. Dixwazin kevneşopiya têkoşîna li ODTU Tune bikin. Bêyî şerm bikin dîroka 12 hezar salan li Heskîfêtune dikin. Em bi îktîdara ku dijminê dîrok û mirovahiyê ye re rû bi rû ne. Divê li dijî vê feraseta xerab em hêza demokrasiyê mezin bikin." 
 
DIVÊ DAIŞ LI PÊŞ ÇAVÊ HEMÛ CÎHANÊ AŞKERE BÊ DARIZANDIN
 
Koçyîgît, bal kişand ser Konferansa li Qamişlo ya li dijî DAIŞ'ê hat li dar xistin jî û wiha got: "Tirkiye bertek nîşanî konferansê da. DAIŞ rêxistinek dijminê mirovahiyê ye. Divê ev rêxistin li pêş çavê hemû cîhanê bi zelalî bê darizandin. Ji bo vê yekê ronîkirina milê DAİŞ’ê yê bîrdozî û aborî girîng e. Ji bo em carek din bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû neminin ev civîn stratejik bû. Di finansmana DAIŞ'ê re divê rolê welatan bê ronîkirin û aşkerekirin. Ji be vê yekê civînek pir girîng û bi wate bû." 
 
Koçyîgît, herî dawî bal kişand ser avakirna Makeqanûna Demokratîk û mafê wan ê Nafaka û xwest her kes ji bo vê yekê têkevin nava hewldanan. 
 
 
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî anî ziman ku ku bloka AKP-MHP'ê di hilbijartinê de darbeyek giran xwar û wiha got: "Îktîdar êdî bê îktîdar e. Yê ku ev yek pêş xist  stratejiya HDP’ê bû. Lê divê ji niha û şûnde ev valahiya derketiye holê rast bê tijî kirin. Em nûnerê xeta azadî û demokratîkbûna Tirkiye ne. Li Tirkiye pirsgirêka îktîdarê heye. Ji ber vê yekê divê em rêya sêyemîn xurt û bi rêxistin bikin."