HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye

img

ENQERE - HDP'ê, bi boneya salvegera 37'emîn rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmehê pêk hat de, daxuyanî da û got: "Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye. Divê Komîsyona Heqîqetê ya hemû sûcên li Tirkiyeyê pêk hatin derbixe holê, bê avakirin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera 37'emîn rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmeha 1982'yan li dijî pêkanînên dij mirovê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hat lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya ji aliyê Berdevka Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ve hat dayîn de, ev tişt hatin gotin: "Li dijî rejîma darbekar a 12'ê Îlonê, berxwedana herî dîrokî, rewa, mirovî û çalakiyek bi bandor hat lidarxistin. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alîçî Çiçek li dijê vê rejîmî, hemû îşkence, mûameleyên xerab, pêkanînên hovane û teslîmkariyê berxwedana 14'ê Tîrmehê pêş xistin û bi çalakiya xwe ya rojiya mirinê, darbeyek mezin li hişmendî û feraseta rejîma darbekar xistin." 
 
'CIVAK KURD BIXWE HEQÎQETA XWE AVA KIRIYE'
 
Başaran di dewama daxuyaniyê de wiha got: "Tam beriya bi 37 salan, berxwedana li dijî rejîma darbeyê ya 12'ê Îlonê ya dest pê kirî, yek ji çalakiya herî meşrû a dîrokê, ya herî mirovî û ji hêla encamên xwe ve jî xwedî bandorên dîrokî bû, pêk hat'' û hate domandin, ''Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya ku bi pêşengiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest pê kirî, darbeya pêşî ya mezin bû ya li hişmendiya darbekar û rejîma darbeyê hatî xistin''.
 
Di daxuyaniyê polîtîkaya AKP'ê hate amajekirin û hate gotin, ''Dema ku em behsa rasteqîniya Girtîgeha Amedê dikin, pratîka desthilata niha ku Tirkiye hema bibêje kirine girtegeh, nîşan dide ku hişmendiya darbekar ne tenê karê generalên bi apolet e. Ji ber vê jî heke civaka Tirkiyê dixwaze ji mekanîna darbeyê xilas bibe, divê bi meseleya Kurd re û di serî de bi rasteqîniya Girtîgeha Amedê re hevrû bibe. ''
 
'DIVÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin, ''Çawa ku rejîma darbeyê ya 1982'an hewl dabe ku xwe di ser girtîgehan re mayinde bike û li berxwedaneke bi heman naverokî rast hatibe, îro jî, her cure rêbaza faşîzan û zextê li ser girtîgehan û siyaseta girtinê dixwaze xwe mayinde bike. Ji ber ku ev hevkêşeya mekanîKa darbeyê ye û li ser jiberiyên tevdigere. Îro jî li dijî vê rejîma zextê, li hundir û derve heman xeta berxwedanê xwe heyî dike û vê rewşê diçespîne. Bi vê wesîleyê, em careke dî bang li her kesî dikin ku bi rasteqîniya Girtîgeha Amedê re hevrû bibin. Li Tirkiyê ji bo ku hemû sûcên li dijî civakê derkevin holê divê Komîsyona Heqîqetan were avakirin.''