Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Emê Dengî Firat ji bîr nekin

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji bo siyasetmedar Dengîr Mîr Mehmet Firat ê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin û gotin: “Emê helwesta wî ya têkoşînê bidin jiyîn.”

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji bo Parlementerê HDP’ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat ê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin.
 
Hevserokan di peyama weşandin de gotin ewê Dengîr Firat jibîr nekin û wiha got: “Parlementerê me yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat piştî têkoşîna demek dirêj a li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Wefata Birêz Dengîr Firat ji bo partiya me û gelê me qeybek mezine. Vê yekê em pir xemgîn kirin. Dengîr Firat tim nasnameya xwe parast û ji bo ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe tim têkoşiya. Emê heya dawiyê têkoşîna birêz Dengîr Firat bidin jiyîn.
 
Em dibêjin rehma xwedê li Dengîr Firat be. Serê malbat, heskiriyên wî û gelê me sax be.”