Beştaş: Divê demildest paketa darazê bixin rojeva Meclîsê

img

ENQERE - Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser paketa darazê ya desthildariyê kir rojevê û dûre talûqî meha Cotmehê hat kirin û got: “Divê bi lezgînî ev paket bê nîqaşkirin û berî Meclîs bikeve betlanê bikeve rojeva Meclîsê. Ji xwe pêwîstî bi betlaneya Meclîsê tuneye.”  

 
1’emîn Paketa Darazê ya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan weke Belgeya Stratejîk a Reforma Darazê rave kir û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî got, ewê di demek kurt de bixin rojeva Meclîsê, taloqî meha Cotmehê hat kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê û Endama   Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku divê demildest paketê bînin rojeva Meclîsê. 
 
Beştaş, anî ziman ku raya giştî ev demek dirêje li benda reforma darazê ye û wiha axivî: “Niha derbarê reforma darazê de tu agahiyên şênber tuneye. Ji Komîsyona Têkel û Dadê jî heya niha tu pêşniyar pêş neketine. Paketa darazê tenê di raya giştî û siyasetê de tê nîşaqa kirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku Belgeya Stratejîk a Reforma Darazê hat aşkerekirin û meh sere derbas bûn.  Li Stenbolê hilbijartinek derbas bû û weke ku tiştek ne qewîmî be, paketa darazê taloqî meha Cotmehê kirin. Ger gotin di cih de be, kenê xwe bi gel dikin. Di vî warî de vînek siyasî tuneye.”    
 
‘TIŞTÊN GOTIN NEDÎTBARE Û GIŞTIYE’
 
Beştaş, da zanîn ku dema paketa darazê ket rojevê, xizmetêngiriyan li wan geriyane û wiha bilêv kir: “Ji girtîgehên servekirî, gelek telefon ji bo me hatin. Ji ber ku li holê bêedaletiyek mezin heye. Li girtîgehan bêmafiyek mezin heye û girtinên bêhiqûq hene. Di paketa Erdogan ragihan de, tenê çend madeyên şênber aşkere kirin. Tiştên ku Wezareta Dadê û Erdogan gotin, nedîtbarin û giştî dimîne.”
 
‘DIVÊ BÊ ROJEVE MECLÎSÊ’
 
Beştaş, dest nîşan kir ku nîqaşkirina reforma darazê pêdiviyek lezgîne û wiha pê de çû: “Ev ne tenê ji bo desthilatdariyê, di heman demê de ji bo partiyên mûxalif, baroyan, saziyên mafên mirovan û akademîsyên hiqûa ceza jî girînge. Divê ev paket bi wan re bê amadekirin. Paketa reforma darazê divê demildest bikeve rojeva Meclîsê. Ji xwe pêwîstî bi betlaneya Meclîsê tuneye.”
 
Beştaş, rewşa girtiyên nexweş jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi sedan girtiyên ku terkî mirinê hatine kirin hene. Divê demildest înfaza girtiyên nexweş bê rawestandin. Lazime ku li derve bên dermankirin. Ji bo vê jî divê bên berdan û pêwîstî bi sererastkirineke darazê heye. Ev pirsgirek miroviye.”
 
MA / Dîren Yurtsever