Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin

img

STENBOL - Seroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Bakirkoyê dengê xwe da, got: “Ez ji dil û can hêvî dikim ku dê îro ji sindoqan demokrasî derkeve. Îro dê ji van sindoqan azadî, aştî û yekitî bipijiqîn.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Dibistana Seretayî Mûrat Koluk a semta Florya ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe da. Pervîn Bûlan ji aliyê endamên Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, Parlementera Stenbolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.
 
Bûlda piştî dengê xwe da li ber dibistanê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ez hêvî dikim ku hilbijartina 23’yê Hezîranê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê xêrê bîne. Ez hêvîdar, dengên îro bên dayîn, ne tenê qedera Stenbolê, dê qedera tevahiya Tirkiyeyê biguherîne.” 
 
JI SINDOQAN DÊ AZADÎ BIPIJIQE
 
Bûldan, bal kişand ser hilbijartina 31’ê Adarê û wiha bilêv kir: “Xwezî dengên di 31’ê Adarê de hatin dayîn û vîna derket holê bihata qebûl kirin û îro ev hilbijartin nehatiba kirin. Lê ligel hemû tiştan jî vîna gel xesp kirin, tehemul nîşanî vîna gel nedan û ji ber vê em îro cardin hatin ser sindoqan. Ez ji dil û can hêvî dikim ku îro ji sindoqan demokrasî derkeve. Îro dê ji van sindoqan azadî, aştî û yekitî bipijiqîn. Hilbijartina Stenbolê li me hemûyan pîroz be.”
 
Piştî axaftinê Bûldan bi lêxistina çepikan hat oxirkirin.