Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne

img
STENBOL – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tark, diyar kir ku ew di vê hilbijartinê de alîgirê demokrasiyê ne û wiha got: "Em nîşan didin ku em li dijî neheqî, bêhiqûqî û zilmê radiwestin. Em rengê xwe nîşan didin." 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîyê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat hilbijartin, Ahmet Turk, têkildari hilbijartina 23'ê Hezîranê ku li Stenbolê pêk bê, tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bû. Turk, li Otela Taksim Hillê tev li civîna taştê bû. Turk, bi akademîsyen, karsaz û rewşenbiran re hat cem hev. Parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li civînê bûn, Turk, anî ziman ku ji bo pirsgirêkên gel çareser bikin siyasetê dikin û wiha got: “Divê em pêşengiya gelê xwe bikin. Em ji bo siberoja gelê xwe li vir kom bûne. Bi salan e em ji bo pêşketina siyaseta demokratîk mafên mirovan bedelê didin. Ji bo li vî welatî edalet pêş bikeve û pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe em têdikoşin. Rêya me, dostên me û muttefikên me diyar in." 
 
'EV TÊKOŞÎNA HEVPAR E'
 
Turk, destnîşan kir ku bi hêzên demokratîk ên ku vê siyaseta li ser gelê Kurd tê meşandin qebûl nakin re dimeşin û wiha axivî: "Bê guman em li her derê nûnerê gelê Kurd in. Heta hemû gel di pêşerojek demokratîk û azad de neyên cem hev, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk nikarin azad bibin. Ev têkoşînek hevpar e. Têkoşîna demokratîkbûna Tirkiye ye. Ji bo siyaseta ku mafê gelê êzîdî biparêze û mîsoger bike em têdikoşin. Niha geşedanek li perçeyek Kurdistanê pêş dikeve bandorê li ser çar perçeyên din jî dike. Heta demokrasî pêş nekeve Rojhilata navîn ji nava pirsgirêkan rizgar nabe. Têkoşîna me têkoşîna guhertin û veguhertinê ye. 
 
'DIXWAZIN KURDAN BÊ NEFES BIHÊLIN'
 
Turk, da zanîn ku dixwazin gelê Kurd bê nefes bihêlin û wiha lê zêde kir: "Hin caran ji sed salan carekê firsend dikeve destê mirov. Divê em vê firsendê baş binirxînin. Îro hemû cîhan dizanin ku dengê Kurdan çiqas grîng in. Dizanin ku dengê hilbijêrên Kurd ên li Stenbolê çiqas bi qedr û qimet e.  Em alîgirê demokrasiyê ne. Em nîşan didin ku em li dijî neheqî, bêhiqûqî û zilmê radiwestin. Em rengê xwe nîşan didin. Ger ku em îro em hinek din girîngîya diplomasî, siyasetê bizanibin û wateya wê bi civak û siyasetê bidin xuyakirin. Ji niha û şûnde polîtîkayên înkarê êdî tiştekî nadin qezençkirin. Ger ku îro nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî gelê Kurd ne wisa bûya niha Tirkiye di rewşek baştir de bûya. Em bawer dikin ku gelê me wê tercîha xwe ji bo pêşketina demokrasî, hiqûq û edaletê bike. Di vê mijarê de vîn a gel e. Gel wê bi vîna xwe ya azad biçe ser sindoqan."