Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin

img

ENQERE - Cîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Onûrsal Adiguzel, der barê xebatên ji bo hilbijartina Stenbolê de agaî dan û got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de çawa em ketin pêyî dengekê jî û me nehişt encam biguhere, em ê ji bo 23'yê Hezîranê jî heman xebatê bi rê ve bibin." 

 
Ji hilbijartina Stenbolê re çend roj man. Amadekariyên ji bo hilbijartinê jî didomin. Cîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Onûrsal Adiguzel, der barê xebatên ji bo hilbijartina Stenbolê de axivî. 
 
Adiguzel, anî ziman ku ji bo 23'yê Hezîranê jî eynê ew wek pêvajoya 31'ê Adarê "kapmanyaya bêdengiyê" bi rê ve dibin û wek partî armanca wan ji kampanyayê wêdetir ew li ser armancê hûr dibin. Adiguzel, bilêv kir ku stratejiyeke wan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Stenbolê heye û di kampanyaya xwe de ew her vê vedibêjin. Adiguzel, got: "Nexasim ji bo çi hilbijartin hat betalkirin. Ji ber vê wijdanê bi hezaran stenboliyan êliyaye. Em bi vî awayî temasî hilbijêran dikin. Di serdanan de em bal dikişînin ser kirinên Emrem Beg ku di 18 rojan de kirine û îjar wê di hezar û 800 rojî de ji tiştên hatine kirin 40 qatî zêdetir bike." 
 
'DI 23'YÊ HEZÎRANÊ DE WÊ BEŞDARBÛYÎN ZÊDETIR BE' 
 
Adizguzel, bi bîr xist ku ligl van tiştan tişta ku hilbijêr meraq dikin jî ew e ku wê kî pirsgirêkên Stenbolê çareser bike û got: "Ji bo em bibin bersiva meraqa wan em jî pir dixebitin. Ekrem beg tim behsa projeyên xwe dike. Nexasim em daşikandina fiyetê avê de, di qertêên Stenbolê de vedibêjin. Di van diyalogên me de em dibînin ku wê li gor 31'ê Adarê di 23'yê Hezîranê de beşdarbûyîn zêdetir be. Her wiha stenbolî dibêjin 'Em neheqiya li Ekrem Îmamoglû hatiye kirin, di dema lis er sindoqan de ji holê rabikin.'" 
 
‘BI DEH HEZARAN STENBOLÎ HATINE PEYWIRDARKIRIN' 
 
Adiguzel, bilêv kir ku her wiha ew pir li ser ewlehiya sindoqan jî hûr dibin. Adiguzel, anî ziman ku ew di ber xebatên xwe de ji bo ewlehiya sindoqan jî dixebitin. Adiguzel, ji bo xebatên ewlehiya sindoqan jî got: "Di nav van xebatan de perwerdehiya peywirdarên me yên sindoqan, belavkirina muşahidan, nexasim jî li dibistanan bicihkirina parêzeran. Niha bi deh hezaran stenbolî hatine peywirdarkirin û wê li gor 31'ê Adarê du sê qat zêdetir peywirdar hebin û em bawer dikin ku em ê vê pêvajoyê baş bi rê ve bibin. Niha em etstên xwe dikin, em di nav xwe de dinirînin. Em materyalên xwe yên ji bo roja hilbijartinê amade dikin." 
 
Adiguzel, bilêv kir ku wê CHP roja hilbijartinê li gor stratejiya "ne lez û bez, stratejiya encameke rast dide" tev bigere û wê roja hilbijartinê CHP daneyan nede tu saziyê jî. 
 
Herî dawî Adiguzel got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de çawa em ketin pêyî dengekê jî û me nehişt encam biguhere, em ê ji bo 23'yê Hezîranê jî heman xebatê bi rê ve bibin." 
 
MA / Diren Yurtsever