Wezîrê Dadê Gul: Qedexeya li ser parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin

img

ENQERE -Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, diyar kir ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin. 

Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, diyar kir ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin. Gul, got “Biryara qedexeya li ser hevdîtina parêzeran hatiye rakirin û derfetên hevdîtinê hatin dayîn." 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica jî beşdarî bultena nûçeyan a Medya Haber bû û diyar kir ku wan berê di daxuyaniya 6'ê Nîsanê de diyar kiribu ku dadgehê qedexeya li ser parêzeran rakiriye, lê heta niha serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê nehatine bersivandin. Sarica, anî ziman ku ev daxuyaniya wezîrê Dadê ne biryarek nû ye û wiha got: "Me piştî di 17'ê nîsanê de serî li dadgehê da û biryara qedexeyê îtîraz kir, dadgehê îtîraza me qebûl kiribû serlêdana me qebûl kiribû. Me di 6'ê Gulanê de aşkere kiribû. Lê ji niha û şûnde guvên çawa bên avêtin mirov nizane."