Sarisaç têkildarî girtina saziyên kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê

img

WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, ji ber 15’ê Gulane Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji bo diyarkirina bandora neyînî û encamên girtina saziyên kurdî yên li ser kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê.

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç, ji ber 15’ê Gulane Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji bo diyarkirina bandora neyînî û encamên girtina saziyên kurdî û nedayîna perwerdeya zikmakî yên li ser kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê. 
 
'QEDEXE HÊ JÎ DIDOMIN'
 
Sarisaç di destpêka pêşniyaza lêkolîna xwe de hejmara kurdan (15-25 milyon) a li gorî daneyên fermî ya li Tirkiyeyê bi bîr xistiye û di binasiya pêşniyaza lêkolînê de ev tişt nivîsandiye: “Zimanê kurdî tu carî neketiye bin ewlehiya maqeqanûnê û ji bo pêşxistina zimanê kurdî bergirî nehatine girtin. Îro hê jî perwerdeya bi kurdî ya zikmakî qedexe ye. Ji ber ne parastina maqeqanûnî û neqebûlkirina zimanê perwerdehiyê; Mirovên ku bi kurdî diaxin tên lînçkirin û kuştin.” 
 
Sarısaç di berdewama pêşniyaza lêkolîna xwe de girtina sazî û dezgehên kurdî bi awayekî berfireh bi bîr xistiye û destnîşan kiriye ku qedexeya li ser zimanê kurdî hêjî didome. Sarisaç herî dawî jî daxwaz kiriye ku ji bo diyarkirina bandora neyînî û encamên tundî û astengiyên li ser zimanê kurdî lêkolîn bên kirin.