Kiliçdaroglû: Dayikên li girtîgehan ji bo ku zarokên wan nemirin radiwestin çov dikin

img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, derbarê Dayikên Şemiyê û dayikên zarokên wan di grevên birçîbûnê de, yên dixwazin li ber girtîgehan çalakî pêk bînin û rastî êrîşan tên de, wiha got: “Dayikên ji bo ku zarokên wan nemirin li ber girtîgehan radiwestin çov dikin, wan kêm dixin. Gelo kijan dayik daxwaza zaroka wê bimire?”

 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, di civîna koma partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglû, bal kişand ser Komkujiya Soma û wiha got: “301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan. Gelo edalet hat bi cih anîn? Na. Malbatên hîna li edaletê digerin hene. Emê facîaya Somayê ji bîr nekin.” 
 
 DAYIKÊN ŞEMIYÊ
 
Kiliçdaroglû, bi boneya Hefteya Windayan jî ev tişt gotin: “Tekane daxwaza van dayikan, hestiyên zarokên wane. Dixwazin biçin li ser gorên wan Fatîheyekê bixwînin. Li Qada Galatasarayê rûniştin, her hefte hatin. Gotin tenê cihê zarokên me bêjinm. Tehemmulê vê yekê jî nekirin. Ger ev dayik zarokên xwe nexwazin, wê çi bixwazin? Kesên di dewletê de xwedî gotin, ger daxwaza van dayikan bi cih neyînê, gelo wê çi bi cih bîne? Gelo wijdana van kesên dayikan çov dikini heye? Ji wan re dibin na, tu nikarî vî mafî li vê derê bi dest bixî û wan çov dikin. Ma ev dayik ne dayikên me ne? Gelo ev dayik ne  zarokên xwe dixwazin? Ma naxwazin li ser gorên dayikên xwe bigirîn? Ev kîjan wijdane ku bi daran bi ser van dayîkan de diçin. Çawan destên we radibin ku hûn dayikan çov bikin? Ev dayik tam 732 heftan li vê derê kom bûn. Bi Erdogan re hevdîtin kirin, ji wan re got ewê faîlên wan bibînin. Ji xwe ev dayik pîrin. Tevahiya temenê wan bi zarokên xwe dîtin re derbas bû. Gelo gunehê Dayika Berfo dê stûyê kê debe? Kurê xwe nedît û mir.” 
 
'LI BER GIRTÎGEHAN DAYIKAN ÇOV DIKIN’
 
Kiliçdaroglû, bertek nîşanî polîsên li ber girtîgehan dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de, derp kirin jî da û wiha got: “Dayikên li ger girtîtgehan ji bo ku zarokên wan nemirin radiwestin çov dikin û wan kêm dixin. Dibe ku kêmasî û qisûra zarokên wan hebin, lê bila kes ji bîr neke ku dayike wan jî heye û ji bo wê dayikê ew zarok hebûnek herî bi nirxe. Dayik ji bo ku zarokên wan nemirin, li ber deriyên girtîgehan radiwestin. Ma ji vê xwezayîtir  tiştek din heye? Gelo kîjan dayik li ber çavan dixwaze zaroka wê bimire. Heyfe, gunehe, dest li dayikan nayê rakirin, çov li dayikan nayê rakirin û li dayikekê nayê xistin. Tenê rêz ji bo dayikan tê girtin.”