HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e

img
ENQERE - Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên dewam dikin de, banga "Dibe ku sibe pir dereng be" li hikumetê kir û got: "Êdî saet jî girîngin û em li gorî vê bang dikin."
 
Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên dewam dikin de, li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. 
 
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir li Imraliyê hevdîtin pêk hatibe jî, tecrî ranebûye û êdî saet jî girîng in. Başaran li dijî bêdengiyê li hemberî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê helwest nîşan da û wiha got: ''Her çendî guh û çavê xwe girtibin jî ev mesele her roj girantir dibe û hê jî rojane ye. Tecrîd ji 15'ê Sibata 1999'an ve  didome û bi hezaran mirov bi mehan e li dijî tecrîda mitleq li ber xwe didin."
 
'HEVDÎTIN BÛ LÊ TECRÎD RANEBÛ'
 
Başaran, da zanîn ku hevdîtina 2'ê Gulanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re kêfxweşiyek e û wiha axivî: ''Bifikirin bi hezaran mirov bi mehan e li çar hêlên cîhanê di greva birçîbûnê de ne. Lê em hevdîtina parêzerekî bi kêfxweşî qebûl dikin. Ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Dijberî vê yekê ev hevdîtin xurtkirina destê desthilatdariyê ye." 
 
Başaran bal kişande ser 15 girtiyên ku ji 30'ê Nîsanê ve dest bi rojiya mirinê kirine û wiha berdewam kir: ''15 girtiyên siyasî yên rojiya mirinê de bang li desthilatê dikin û dibêjin, 'Hiqûqa xwe bi cih bînin, eşkere bikin ku hûn ê hiqûqa xwe bi cih bînin.' Bang li hikûmetê dikin ku ji dewleta hiqûqê derketiye. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasayê 25 rojên pêşî vîtamîna B nedana 3 girtiyên di greva birçîbûnê de, girtî bêyî ku kesekî li wan binere hebin bi serê xwe di hicreyan de têne hiştin û hevdîtinên wan ên bi parêzeran re bi kamerayê têne şopandin. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê Îsmet Akin 20 kîlo winda kiriye. Bêrîvan Bîtma a li Girtîgeha Jinan a Kayserî  Bunyanê nema piyê xwe hîs dike, ji ber vê bi kursiyê bi teker tê hevdîtina bi parêzeran. Maşallah  Erbey jî rewşa wî weye ya Bîtmen. Li Girtîgeha Tîpa L ya Elanyayê Hafiz Abdulazîz dema destavê xwîn davêje û girtiyên li Girtîgeha Tîpa L yên  Elnayayê pir li xwe şikandine, zikê wan diêşe, germahiya laşê wan ketiye Li Manîsa Tîpa T jî rewş giran e, nahêlin ku ên di greva birçîbûnê de avê vexwin. Li Şakaranê jî Rahşan Aydin ku ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye çavê wê bi zorê dibînin û ew kirine hicreya yek kesî de û bi tena serê xwe hewcehiyên xwe bi cih tîne. Li Girtîgeha Girtî ya Xarpêtê jî 15-20 grevakarên birçîbûnê bi tena serê xwe di hicreyê de ne. Heke dewleta Tirk dewleta hiqûqê be ew bang dikin ku li gorî hiqûqa xwe biçin. Sibe dibe ku dereng be. Binerin di vê pêvajoyê de 8 mirov ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe dawî li jiyana xwe anîn.''
 
'ÊRÎŞA SER DAYIKAN ŞERMA TIRKIYÊ YE'
 
Başaran bal kişande ser êrîşa li dijî dayikên ku ji bo greva birçîbûnê li zarokên xwe xwedî derdikevin û wiha bi dawî kir: ''Divê Tirkiye ji vê rewşê fedî bike. Çapemeniya ku her roj li cem hikûmetê ye ku dibêje êrîşa li ser çalakgerên Fransayê pir dijwar e, êrîş û îşkenceya li diji dayikên Kurd nabîne. Ev nayê qebûlkirin. Bêyî ku bi derengî bike daxuyaniyeke ku were dayin wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Niha ew dizanin ku girtî li benda daxuyaniyekê ne ku bibêjin tecrîd bi mîsogerî hatiye rakirin. Em bang li hikûmetê dikin ku Qanûn, Makeqanûn û peymanên navnetewî ku rêgeza wan e bi cih bîne, dev ji vî sûcê tecrîdê ku sûcê mirovahiyê ye berdin. Bila bê zanîn ku kêlî û saet pir girîng in."