HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê

img

STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê, diyar kir ku YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê û wiha got: "Heta ku şert û mercên azad ên hilbijartinê neyên avakirin, heta zextên li ser hilbijartinê û pariyên muxalif bi dawî nebin, mirov nikare qala hilbijartina demokratik û wekhev bike." 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê daxuyaniya nivîskî weşand. HKD'ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çûye û wiha got: "Erdogan gotibû 'Tirkiye Stenbol e. Ger ku em li Stenbolê winda bikin em li Tirkiye winda dikin.' Ji ber vê yekê Erdogan-Bahçelî têkçûna Stenbolê qebûl nekirin. Ji şeva hilbijartinê heta betalkirinê zext ji ser heyeta YSK'ê qut nekir. Di encama van zextan de YSK'ê hilbijartina Stenbolê betal kir û mazbata Ekrem Îmamoglu paşve stendin. YSK bi vê yekê bû amûra darbeyê ya îktîdarê. Mîmarê vê darbeyê jî Erdogan-Bahçeli ye. 
 
DUH LI DIJÎ QEYÛMÊN LI KURDISTANÊ DENG DERXISTIBÛNA ÎRO WISA NEDIBÛ 
 
HKD'ê anî ziman ku dema li Kurdistanê dest danîn ser şaredarî û sindoqan, helwestek nîşanî AKP'ê nedan. Ji ber li hemberî polîtîkayên qeyûm bêdeng man, îro rê li pêş betalkirina hilbijartina Stenbolê vekir. Ger ku wê rojê me bi hevre dengekî bilintir derxistibûya îro cesaret nedikirin ku darbeyê li hilbijratina Stenbolê bixin. 
 
ÇALAKIYÊN GIREVÊ NAYÊN DÎTIN
 
 
HKD'ê bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî û wiha bi dawî kir: "Leyla Guven û bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Dîsa di 30'ê nîsanê de 15 girtî ketin rojiya mirinê. Dayikên ku dixwazin bibin dengê zarokên xwe, tevî hemû heqaret, astengî û îşkenceyê, bi hemû hêza xwe li kolanan li ber xwe didin. Di encama berxwedanê de parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Lê ev çalakî baş nayên dîtin û bihîstin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê hewl dide muxalif ji civakê dûr bikeve. Divê bi lez daxwazên civakê qebûl bikin. Divê ne tenê carekê bi rêk û pêk malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtin daîmî be. 
 
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî darbeya YSK'ê mafê xwe yê demokratik biparêzin û li dijî faşizmê ji bo mafê azadî û demokrasiyê li qadan bibin yek."