HDP: Divê lêborîn bixwazin, Tuncelî bikin Dersîm û arşîvan vekin

img

ENQERE – MYK'ê ya HDP'ê têkildarî 82'emîn salvegera Terteleya Dersîmê daxuyanî da û xwest lêborîn bê xwestin, komkujî bê qebûlkirin, navê “Tuncelî” biguherînin, cihên goran bên vekirin, zerar û ziyan bê tazmînkirin, aqûbeta “Keçikên winda" bê ronîkirin û arşîvên eskerî bên vekirin. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP'ê bi minasebeta 4'ê Gulana 1937'an 82’yemîn salvegera Terteleya Dersîmê daxuyaniyek nivîskî weşandin. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di salên 1937-1938'an de gelê Dersimê rastî komkujiyekê hat û wiha got: "82 sal berê di dîroka Komarê de rûpelên herî tarî hatin îmzekirin. Di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara ‘Tunçeli Tenkil Harekati /Tevgera Tenkîl a Tuncelî" û plansaziyek demdirêj Komkujiya Dersimê dan destpêkirin. Di sala 1938'an de bi erekirin û şopandina hemû kademeyên dewletê tevgera îmhaya fîzikî û çandî dest pê kir. Di navde zarok û jin jî heye bi 10  hezaran kurdên elewî hatin qetilkirin. Bi hezaran ji axa xwe sirgûn bûn. Bi hezaran zarokên Dersimî bi taybetî jinên ciwan ji malbatan hatin qetandin û dan malbatên din. Nasname, çand û zimanên cuda yên li ser vê axê dijîn her tem rastî tundiya zalîmane ya îktîdarên demê hatin. Komkujiya Çorum, Mereş, Sêwas hêj nehatiye ji bîr kirin. Di serdema Komarê de her dem gelê Kurd rastî zilm û komkujiyê hat û ev yek li dîroka vî welatî hat nivîsandin. Gelê Dersimê bi dehan salan daxwazên xwe tînin ziman. Gelê Dersimê dixwazin lêborîn bixwazin, navê Tuncelî biguherînin û bikin Dersîm. Gelê Dersimê dixwazin komkujî bê qebûlkirin, navê “Tuncelî” biguherînin, cihên goran bên vekirin, zerar û ziyan bê tazmînkirin, aqûbeta “Keçikên winda" bê ronîkirin û arşîvên eskerî bên vekirin. Dixwazin cihê gora Seyit Rıza û hevalên wî bên vekirin. "