Bekaroglu: Divê tecrîdkirina Ocalan rakin

img

ENQERE - Mehmet Bekaroglu yê CHP'î diyar kir ku divê tecrîdkirina Ocalan rakin û wiha got: “Divê em zextan li dewletê bikin ku dewlet li gorî zagoınên xwe tev bigere.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglu, der barê encama hilbijartine û helwesta YSK'ê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. Bekaroglu, têkildarî îtîraza AKP'ê ya der barê hilbijartina Stenbolê de anî ziman ku wê di 6'ê Gulanê de dosyayên îtîrazê muzakere bikin û wiha got: "Divê şaredarên Stenbol, Enqere û Îzmirê yên di 31'ê Adarê de hatin hilbijartin rêya xwe berdewam bikin. AKP û MHP’ê ji 31'ê Adarê û şûnde gelek lîstik amade kirin. Ji wê rojê heta niha lîstikên wan didomin. Li 5 navçeyan ji nuve deng hatin jimartin. Bi hinceta li Buyukçekmece dengên dubare hene hemû hêza dewletê şandin wir. Hêzên dewletê bi hezar û 500-2 hezar polîsan 3 rojan li wir sûc kir. Wezareta Karên hundir hewl da delîlên sûnî çêke, lê encam derneket. Niha AKP bi rêya îtîraza awerte serî li YSK’ê daye û xwestiye hilbijartina ÎBB betal bibe. Niha YSK di asta biryarê de ye. Divê êdî biryarê bide. Bi van hincetan ne pêkan e hilbijartin betal bibe. YSK di sînorê biryara dîrokî de ye. Ev biryara ku YSK bide ji bo demokratîkbûna Tirkiye xwedî girîngiya dîrokî ye. Tenê wê ne der barê hilbijartinê de, di heman demê de wê der barê aştiya hundirin ya Tirkiye de jî biryarê bide. Biryara YSK bide wê bandorê li ser aştî û aramiya Tirkiye jî bike."  
 
Bekaroglu, anî ziman ku ger hilbijartin bê betalkirin wê partiya wan CHP di nava xwe de niqaş bike û wiha got: "Partiya me ev mijar hêj di nava xwe de niqaş nekiriye. Ji ber ku em îhtîmal nadin ku hilbijartin bê nûkirin. Lê ez wekî şexs alîgirim ku hilbijartin ji nûve bê dubarekirin. Dema ku hilbijartin dubare bê kirin, hilbijêr wê bêtir hasas û baldar bin. Ez bawer dikim ku vê carê Ekrem Îmamoglu wê bi 250-500 hezar ferq deng zêde bistîne. CHP ku niha 14 navçe qezenc kiribûn vê carê wê 25 navçeyan qezenç bike." 
 
'DI NAVA PROVAKASYONA LI DIJÎ KILIÇDAROGLU DE DEWLET HEYE' 
 
Bekaroglu, bal kişand ser êrişa li dijî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û wiha lê zêde kir: "Êrîşa li dijî Kemal Beg provokas bû. Di nava vê provokasyonê de dewlet heye. Di van provokasyonên bi vî rengî de her dem aliyekî dewletê heye. Yek ji aktorê herî girîng Devlet Bahçelî ye. Ez hevî darim ku aqilê dewletê bi ser bikeve. Îtîrazên hilbijartinê bên redkirin û Tirkiye vegere pêvajoyek asayî." 
 
DAXWAZA KU OCALAN BI MALBAT Û PARÊZERAN RE HEVDÎTIN BIKE MAFDAR E 
 
Bekaroglu, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha berdewam kir: "Divê dewlet, saziyên civakî û meclîs di vê mijarê de gavan bavêje. Divê her kes tiştekî bike. Daxwaz mafdar e. Çalakger dixwazin Ocalan bi malbat û parêzerên xwe  re bi rêk û pêk hevdîtinê bike. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Divê Ocalan jî wekî girtiyekî din, Zagonên Komara Tirkiye ji bo girtiyan çi pêwist dibîne ji bo wî jî pêk bîne. Divê Ocalan jî ji mafê xwe yên zagonî sûdê bigire. Divê terîd bi dawî bibe. Daxwaza ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike daxwazek mafer e. Divê tecrîd bi dawî bibe. Abdullah Ocalan jî wekî girtiyên din divê ji mafê xwe yê zagonî sûdê bigire. Girtiyên din ji kijan mafan sûdê digire, divê ew jî heman sûdê bigire. Divê her kes demek berî demekê bi vê meselekê re eleqeder bibin. Divê her kes li gorî zagonên dewletê tev bigere." 
 
 
MA / Diren Yurtsever