Temellî bal kişand ser rojiya mirinê: Dema me tuneye

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin bang li hêzên demokratîk kir û got: “Divê em bikevin nava tevgerê. Êdî dema me tuneye ku em xemsar û ji nedîtîve tevbigerin. Desthilatdarî êdî nikare di şertên tecrîdê Tirkiyeyê 4 salên din bi rê ve bibe.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, piştî hilbijartinê yekem car di civîna koma partiya xwe de axivî. Temellî di civîna Meclîsê, bal kişand ser van mijarên girîng ên di rojê ve de: “Dixwazin axaftina xwe bi bîranîna kesên 1977’an li Taksîmê jiyana xwe ji dest dan dest pê ibkim. Kedkar dê li dijî vê hişmendî û vê rejîma dîktator dengê xwe bilind bikin. 
 
Leyla Guven 174 rojin di greva birçîbûnê deye. Endamê vê Meclîsê ye û Hevseroka KCD’ê ye. Ev 174 rojin bang  li hemû kesan dike, li edaletê digere û şopdara hiqûqê ye. Ev welat di bêhiqûqiyek xeter re derbas dibe. Ji ku ev welat ji vê xeteriyê derkeve ev 174 rojin birçîye. 4 parlementerên vê Meclîsê di greva birçîbûnê dene. Lig elek deverên cîhanê mirov di greva birçîbûnê dene. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê dene. Ji van girtiyan rewşa 300 girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kirine. Bêdengiyek mezin heye. Hewl didin bi bedena xwe vê bêdengiyê ji holê rakin. Ev daxwazek mafdar û meşrû ye. Kes nikare ji vê daxwazê re bêje ne meşrû ye. 
 
TECRÎD LI WELAT BELAV BÛYE 
 
Bi destpêkirin tecrîda daîmî, li her derî bê edaletî mezin bû. Bi biryara di 5’ê Nîsanê de hat girtin û mase hat rûxandin re bandorek mezin da avakirin. Bi vê re her roj bêedaletî û bêhiqûqî zêdetir bûn. Tecrîd li welat belav bûye. Em li dijî tecrîdê têdikoşin. Çawan ku em qeyûm avêtin, teme tecrîdê jî paqij bikin û bavêjin. Êdî vî dengê bibihîsin. Qanûnan bi cih bînin. Ji ber ku hûn ketine rewşek pir xerab de, êdî hûn êrîşî dayikên ji bo zarokên xwe nobetê digirin û edaletê dixwazin, dikin. Emê vî welatî ji vê şermê xelas bikin. Destên xwe ji ser dayîkên me  me rakin. 
 
DEMA ME NE MAYE 
 
Îro li dijî vê bêdengiyê li 4 girtîgehên cuda 15 girtiyên di greva birçîbûnê de, dest bi rojiya  mirinê kirin. Em mirinan naxwazin. Di dema hilbijartinê de me 8 mirovên xwe winda kirin. Mafê me yê definkirin hat xesp kirin. Niha jî 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin hene. Dema me ne maye. Êdî dema me tuneye ku em xemsar û ji nedîtîve tevbigerin. Em naxwazin kesek jî bimire. Divê  hemû kes bikeve nava tevgerê. Ev daxwazek meşrû û mafdare. Em bang li hemû Tirkiyeyê dikin û hemû cîhanê dikin. Em di wê baweriyê dene ku bi hêzên demokratîk ev xetimîn derbas bibe. 
 
MECLÎSÊ LI GEL DIGIRIN 
 
Hilbijartin qediya û mehek derbas bû. Lê Meclîsê li gel digirin. Wisan difikirin ku ger Meclîsê venekin, emê bêdeng bimînin. Dengê HDP’ê li her derê ye, emê bêdeng nebin û hûnê nekarin me bêdeng bikin. 
 
STENBOLÊ BIRYARA XWE DA
 
YSK’ê hem berî hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê rûpelek reş li dîroka Tirkiyeyê zêde kir. Ev rûpela şermê ye. Dîrokê hûn nivîsan û dê tu carî ji bîr neke. Stenbolê biryara xwe da û AKP-MHP winda kir.
 
GER HÛN LI QUSÛREKÊ DIGERIN LI ŞIRNEXÊ MÊZE BIKIN 
 
Ger hûn li qusûrekê digerin li Şirnexê mêze bikin. Bila Mûş ji were vebêje, Xelfetjî ji we re vêbeje û Wêranşar vebêje. Gelek cihên me qezenc kirin, xesp kirin û ji me dizîn. YSK’ê em kirin xefkê û mezbateyên şaredariyên me dan AKP’ê. 
 
TIRKIYEYÊ AŞTÎ HILBIJART Û DESTHILATDARIYÊ WINDA KIR 
 
Tirkiyeyê demokrasî û aştî hilbijart. Divê ji hilbijartina 31’ê Adarê ders bên derxistin. Desthilatdariyê winda kir û li pişt xwe kavil hişt. Bila kes morale xwe xerab nek, HDP dê vê kavilê ji holê rabike. Emê hesap ji kesên kavil avakirin, bipirsin.
 
ÇAVÊ WAN TÊR NABE 
 
Li Amedê qedayîf xwarine, li Mêrdînê çerez xwarin. Bi mîlyonan xwarine. Li Wanê jî taştê xwarine. Çavê wan têr nabe. Vana hestên xwe yên wijdanê winda kirine. Kurdan ji wan re got ‘bi qewirin û bicin.’ Li vî waltî ji 20 mîlyonî zêdetir Kurd hene. Em ne terorîst, HDP gele û gel jî li vê derê ye. Emê hemû hesaban danîn holê. Em hemû nelirêtiyên wan derdixin holê. Mijar ne tenê çerez xwarine. Deynên hîn mezintir hene. Avahiya Şaredariya Bîsmilê tuney. Li Mêrdînê 80 wesayît dane Walitiyê. Tam hişmendiyek talan ker heye. Em çûn Wanê xalî li erdê nehiştibûn, wê  xaliyê binin.  
 
EM GEL DAWETÎ QADÊN 1’Ê GULANÊ DIKIN 
 
Sibe 1’ê Gulanê ye û dem dema hatina gel heve. Emê daxwaza guhertinê bi 1’ê Gulanê re silav bikin. Ji bo vê em hemû welatiyên edalet û demokrasiyê dikin dawetî qadên 1’ê Gulanê dikin. Emê jî weke HDP’ê bi dayîkên xwe re bi laçikên spî re li qadan bin. Ji bo ku kes nemire û jiyana azad bike, emê li qadan bin. Bijî 1’ê Gulanê!"