HDP'ê Komkujiya Ermenan bi bîr anî

img

ENQERE - HDP’ê bi boneya 104'emîn salvegera Komkujiya Ermenan a di 24'ê Nîsanê pêk hat de, daxuyaniyek weşand û got: "Em êş û şîna gelê Ermen di dilê xwe de hîs dikin."

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 104'emîn salvegea Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji dusedî zêdetir ronakbîrên Ermenî ji malên wan hatin derxistin û kuştin û bi vê pêvajoyê re bi sedhezaran Ermenî sîrgûn bûn û gelek ji wan jî ji aliyê pergalê ve hatin qetilkirin. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Di ser Felaketa Mezin (Metz Yeğern) yanê komkujî, paqijî û kokqelandina nijadî ya bi plan re 104 sal derbas bû ya ku di 24’ê Avrêla 1915’an de dest pê kiribû. Ev pêvajoya ku bi girtina ji 200’an zêdetir rewşenbîrê Ermenî dest pê kir, bi sirgûnkirin û komkujiya plankirî ya sedhezaran Ermenan dewam kir. Ji wê rojê vir ve polîtîkaya tunehesibandina cudahiyan, afirandina civakeke yekdeng û yekreng, serdestiya yek ziman, yek netew, yek al û yek ol heya niha li ser jibîrkirina gel û baweriyên cuda domiya. 
 
Gelek netew, gel û bawerî li ser vê axê bi hev re dijîn û heya wekheviya wan û nêrîna ku tu netew, ol û ziman ji yekê din serdesttir e bi gelemperî nehate pejirandin. Heya niha rûbirûmayina van sûc û rûreşiyên mezin ku vê erdnîgariyê zuha dike, her tim hate taloqkirin. Neletkirina van sûcên mirovahiyê, rûbirûmayina rastî û heqîqetên dîrokî; lêborînxwestina ji gel û baweriyên mexdûr û serîlêdana riyên dadê; hevdû fêmkirin û pêçandina birînan ya ji dil ji bo siberojeke hevpar gavên jêneger in. Mezinkirina hestên wijdan û dadê, parvekirina êşan riya avakirina siberojekî demokratik, aştîyane û bi hev re ye. 
 
Em gelên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê, van êşên 104 salî di dilê xwe hîs dikin, kesên ku di wê demê de hatine qirkirin, bi keder û hurmeteke mezin bi bîr tînin.”