Buldan: Ji bo ku neheqî bi dawî bibin Leyla Guven di greva birçîbûnê deye

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di rûniştina taybet a 23’yê Nîsanê ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Buldan got, “Hevala me Leyla Guven ji bo ku neheqî bi dawî bibin, pêşiya demokrasî û aştiyê vebe, di greva birçîbûnê deye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di Desteya Giştî ya TBMM a rûniştina taybet a  23’ê Nîsan de axivî. Dema ku Buldan dest bi axiftina xwe kir, Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdodan Desteya Giştî terk kir. 
 
Buldan, bi silavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên girtî, dest bi axaftina xwe kir. Buldan, bal kişand ser berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê kir û di roja 167'an de berdewam dike û got: “Ji bo nehehiyên li welat bi dawî bibin Guven di greva birçîbûnê deye. 
 
‘MA EVE EDALET?’
 
Buldan di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, bi hêvî li pêşerojê mêze nadkin. Ger edalet têk biçe, dê welat jî têk biçe. ‘Hêza ku xwe nespêre edaletê, zalime.’ Îro jî em bi vê yekê re rû bi rû ne. Kesên pêşeroja bi milyonan xwendekar dizîn hatin berdan, lê dayikekê ku got ‘bila zaroka nemirin’ mamoste Ayşe hat girtin. Niha bi zaroka xwe re di girtîgehê deye. Ma eve edalet? Gava destekê nîşaneya Rabîa nîşan dida, destekê din kuştina Rabîa Naz vedişart. Gelo em niha behsa kîjan edaletê bikin?”
 
‘KESÊN RECEP HANTAŞ KUŞTIN DINAVA ME DE DIGERIN…’
 
Buldan, bal kişand ser 301 karkerên li Soma hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Kesên 301 karker qetil kirin hatin berdan. Kesên li Roboskî 34 mirovan qetilkirin, li Gezî Berkîn Elvan kuştin, li Amedê bûn sedema jiyana Kemal Kûrkût û berî heftiyekê li Amedê Recep Hantaş qetil kirin, niha dinava me de digerin. Divê rewşê de emê behsa kîjan edaletê bikin? Gelo dê daraza zilam a tecîzkar û tecawîzkaran diparin edaletê belav bikin? “
 
‘ÊDÎ GOTIN QEDIYAYE’
 
Buldan, êrîşên li ser Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze û Navçeya Qoserê jî nirxand û wiha bilêv kir: “Di saetên Birêz Serokkomar digot ‘em hev hembêz’ bikin de dayikên laçikên spî girê dayîn li Gebze û Qoserê rastî êrîşan dihatin. Polîsan li Amedê êrîşî parlementerên me kirin û di kolan de nûnerên gel îşkence kirin. Ger pergala 100 salan dayikan bi erdê re kaş dike, êdî cih ji bo gotinê nemaye. Êdî em li cihê ku mirovahî li erdê re hatiye kaş kirinin.”
 
‘CIVAKÊ DI 31’Ê ADADARÊ DE GOT ÊDÎ BESE’
 
Buldan, dest nîşan kir ku welat tu carî evqas ji hev nehatiye cuda kirin û wiha domand: “Gel ji ber vê bi awayekê pir zelal di 31’ê Adarê de vîna xwe danî holê. Gel got êdî bese û pêşiya guhertinê vekir. Gel got ‘ev pergal dê biguhere.’ Peyama gel pir zelale. Yên ku naxwazin vê peyamê fêm bikin û rêzê nîşanî vîna gel nadin, ev 23 rojin hewl didin welat û civakê tengav bikin. YSK’ê bi darbeyê şaredariyên Rezan a Amedê, Tuşba, Artemêt, Ebex ên Wanê, Tekman a Erziromê û Dagpinar a Qersê yên gelê me qezenc kirin, xesp kirin. Mezbateyên hevşaredarên  me qezenc kirin nadin wan. Gelê me û dîrok dê tu carî vê dizitiyê û vê şermê ji bîr neke. Emê tu carî dest ji şopa vê dizitiyê bernedin. Em di şert û mercên qanûnî de serî li hemû rêbazên hiqûqî bidin. Hevşaredarên me yên mezbateyên wan hatin xespkirin, hevşaredarên meşrû yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin.” 
 
‘TU RÊYEK DIN NÎNE’ 
 
Buldan, di dawiya axaftina xwe de, ev peyam da: “Pirsgirêka gelê Kurd û baweriyan, bi aştî û demokrasiyê di çareser bibe. Cuda tu rêyek din nîne. Cudatiyên me yên ku emê tu carî nekarin bikin yek, hêz û dewlemendiyên me yên herî mezinin.”