Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn serdana Kiliçdaroglû

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê duh li Enqerê di cenazeyê eskerê de, rastî êrîşê hat ziyarkir. 
 
HDP’ê derbarê serdanê ya duh hat kirin de wiha got: “Hevserokên me yên giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, di roja 21’ê Nîsanê de, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê rastî êrîşê hat ziyaret kirin. Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêxistinbûnê Berpirsiyar Alîcan Onlu jî, bi Bûldan û Temellî re serdana Kiliçdaroglû kirin û niyazên derbasbûyînê jê re xwestin.”