Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê

img

SÊRT – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Navçeya Dihê axivî û got: “Newrozê wê îsal heta 31’ê Adarê dewam bike. Em heta 31’ê Adarê bi ruhê Newrozê bixebitin û em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê bigîhinin serkeftinê.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de li Navçeya Dihê ya Sêrtê bi gel re hatin gel hev. Temellî û heyeta pê re bi kêfxweşî ji aliyê şêniyên Dihê ve hatin pîrozkirin. Hevdîtina gel li ber avahiya HDP’a Dihê pêk hat. HDP’î û girse bi hev re govend gerandin. 
 
'DEM DEMA YEKÎTIYA GELÊ KURD E’ 
 
Di hevdîtina gel de ewilî Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî axivî û got: “Dem dema yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Divê em bi ruhê newrozê biçin hilbijartinê û di 31’ê Adarê di sindoqn de îtîfaqa xwe bi hêz derxin.” 
 
Pişt re Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Dihê Celîle Babaoglu û Mahfuz Akgun jî derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin û kurte axaftin kirin.
 
'ÇÛYÎNA WE NÊZ E’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî gel silav kir û dest bi axaftina xwe kir.
 
Temellî wiha got: “Erdogan ji me re dibêje ‘bicihim biçin.’ Em jî jê re dibêjin ku naçin tu deverê. Ev der welatê me yê hevpar e. Em di 31’ê Adarê de diçin ser sindoqan. Em ê hemû bi hev re xwedî li deng û siberoja xwe derkevin. Sivnik (malkêz-gêzik) we amade ne? Bila her kes sivnikên xwe amade bike. Çimkî em ê di 31’ê Adarê de çop, herî, dizî û qeyûm û faşîzma wan paqij bikin û biavêjin. Wê şopa wan jî li kolanên me nemînin. Lê binêhirin li her deverê bariyer, zilm, tundî û zextên wan hene. Em ê di 31’ê Adarê zilma wan jî paqij bikin. 
 
'EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ BIXEBITIN’ 
 
Em di arîfeya Newrozê de ne. Newroz wê di 21’ê Adarê de dest pê bike û heta 31’ê Adarê bidome. Ji niha ve Newroza hemû gelên me pîroz be. Em ê sibê hemû bi hev re li qadên Newrozê bin. Newroz ji bo gelê kurd pirr girîng e. Newroz berxwedan, raperîna li dijî zilmê û bêedaletiyê ye. Ji ber vê yekê em ê di Newrozê de hemû bên gel hev û dengê têkoşîna xwe ya hiqûq, edalet, aştî û demokrasiyê bilind bikin. Newroza îsal di 21’ê Adarê de dest pê dike û heta 31’ê Adarê didome. 10 rojan em ê bi ruhê Newrozê bixebitin û têkoşîna aştî û demokrasiyê ya ku bendewariya gelan e teqez em ê bigihînin serkeftinê. Wê bi ruhê berxwedana Newrozê ji sindoqan demorkasî, aştî û HDP derkeve.” 
 
'EM DENG DIDIN DENGÊ GUVEN’ 
 
Temellî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtîgehan û got: “Em deng didin dengê hevala xwe Leyla Guven. Em hemû bi hev re deng bidinê û bila daxwaza wê bi ser bikeve.” 
 
‘GOTINÊN DEREW BIKAR NEYNIN’ 
 
Temellî bertek nîşanî nûçeyên medya alîgir da û got: “Hurriyet, CNN Turk, TRT li ser maseyê nûçeyên taybet ên îktîdara şer çêdike. Gotinên me ne pişpişînin û gotinên em nabêjin di nûçeyan bikar neynin. Li welat çapemenî ne azad e.” 
 
Temellî piştî serdana Dihê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newroza li Wanê bibe ber bi Wanê ve derket rê.