Beştaş: Êrîşkarê avahiya HDP’ê beyî îfade bide hat berdan

img
SERT - Parlanentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku êrîşkarê avahiya HDP'ê Sedat Kizilkan ê bi çekan êrîşî avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê kir, beyî îfade bide serbest hatiye berdan û mijar bir rojeva meclîsê. 
 
Parlanentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî êrîşkarê avahiya HDP'ê Sedat Kizilkan ê bi çekan êrîşî avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê kir, pirsname da meclîsê. Beştaş, anî ziman ku beyî êrîşkar îfade bide serbest hatiye berdan. Beştaş, anî ziman ku li kolana Gureş a Sêrtê kesekî bi motosiklet bi çekan gule berda buroya hilbijartinê. Beştaş, anî ziman ku li gorî lêkolînê kesê êrîşkar di heman şevê de hatiye binçavkirin û bêyî îfade bide serbest hatiye berdan. Beştaş, da zanîn ku kesê şikdar Sedat Kizilkan beyî îfadeya wî bê girtin li dozgeriyê hatiye berdan. Buldan têkildarî mijarê pirsname da meclîsê û ev pirs ji Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu pirsîn: 
 
“* Li gel ku buroya hilbijartinê ya li ser kolana Gureş  bi kamera tê şopandin çima dîmenê karema nehatiye lêkolînkirin? Tekiliya Sedat Kizilkan û meclîsa ciwanên AKP'ê çiye? Dema wêneyê Sedat Kizilkan ê bi berpirsê Kamela Taybet a Qeyûm re kişandiye li ber çavan bê girtin bi kijan armancê êrîşî kiriye. Wekî wezîrê karên hundir hûn têkiliya êrîşkarê ku poşet xistiye serê xwe û êrîşî avahiyên HDP'ê dike û bi endamên AKP'ê û qeyûmê re wêne dikişîne çawa şirove dikin?”