Olûç: Çalakiya grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk debas kirin

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û got: "Zulkuf Gezen li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da. Grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk derbas kirine!”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç, li navenda giştî ya partiya xwe derbarê rojevên heyî yên sereke de daxuyaniya çapameniyê da. Olûç, sersaxî ji malbata Berat Kûtûsûz ê 8 salî yê li Curnê Reş di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest, xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jiyana zarokekê jî ji bo me girînge." 
 
Olûç dûre bal kişand ser çalakiya Zulkuf  Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û revandina cenazeyê Zulkuf Gezen şermezar kir. Olûç da zanîn ku Gezen li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke fedaî jiyana xwe ji dest da û wiha got: ''Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê, ji bo ku tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anî. Cenaze hate revandin û veşartin. Nebirin goristana malbatê jî. Nehiştin ku parlamenter biçin goristanê.''
 
HIŞYARIYA LI SER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ: QONAXÊN KRÎTÎK DERBAS BÛN
 
Olûç bal kişande ser grevên birçîbûnê yên bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî, bi bîr xist ku Guven ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye, li girtîgehan greva birçîbûnê ketiye roja 94'an, hemû qonaxên krîtîk derbas bûn. 
 
Olûç got ew naxwazin zirar jiyana yek kesî jî bikeve metirsiyê, bêyî ku zirar were ser tenduristiya yek çalakgerî ev pêvajo were temamkirin û di serî de Wezareta Dadgeriya Tirk, bang li rayedaran kir û got, ''Ev dadxwazeke hiqûqî û mirovî ye. Daxwazeke mafdar ku li gorî qanûn û destûra Tirkiyê, bi çarçoweya hiqûqa navneteweyî ya ku Tirkiyê îmze xwe li ser daniye. Daxwazeke dî tine, di serî de Wezareta Dadê divê rayedar giringiyê bidinê. Ji hêla civakê ve, ji hêla malbatan ve serdemeke nexweş tê jiyîn û dibe sedema şikestinên giran. Mirov nikare sivîkatiyê li vê rewşê bike.''
 
'ERDOGAN HER ROJ HEQARETÊ LI GELÊ KURD DIKE'
 
Olûç bal kişande ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî partiya wan û got, li pêşberî wan hişmendiyeke wiha heye ku rojê 3 caran li mîtîngan heqaretê li hilbijêrên HDP'ê, li 6 milyon hilbijêr, li 20 milyon mirov, li gelê Kurd dikin û domand, ''Mînaka vê ya dawî, Tayyîp Erdogan got, ''HDP’ya bê dîn, bê îman, ateîst''. Pêşî vê bibêjim; kesê li pêşberî me aştiya giştî binpê dike. Ev li dijî aştiya civakî dibe sûc. Ev gotina li HDP'ê tê maneya ku, tevî malbatan ji 20 milyon zêdetirî alîgirên HDP'ê re dibêjin bê dîn, bê îman, ateîst. Li vir, bi dîn fitnê dike. Em ê di vê fitnê de nebin hevkarê wî. Em wî hewaleyî xwedê dikin.''
 
Olûç têkilî hilbijartinên xwecih ên 31'ê Adarê jî got, li gel hemû zext û zordariyên li ser partiya wan jî gel wê bersiva hewce bide û hemû qeyûman bişîne Enqerê.
 
NEWROZ
 
Têkilî Newrozê Olûç wiha axivî: ''Em ê li hemû bajaran Newrozê pîroz bikin. Ji niha ve Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be. Em ê mîtîngên xwe yên dawî bi çarçoweya yasaya hilbijartinê bikin. 31'ê Adarê ji bo ku em encama herî baş bistînin, temam bikin.''
 
'DOZGER JI BO TERFIYÊ LÊPIRSÎNAN VEDIKIN'
 
Derbarê lêpirsîna ku li ser Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî hatî vekirin jî, Olûç got, dozger ji bo ku terfî bibin derbarê wekîl û hevserokên wan fezlekeyan hazir dikin û dişînin meclîs