Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe

img

QERS - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li navçeya Kaxizmanê xîtabî gel kir û xwest hikûmet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Buldan, anî ziman ku bi hezaran kes bi yek daxwazê di girevê de ne û dixwazin tecrîd rabe û Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bike. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de piştî li Qersê bi gel re hat cem hev, bi karwanek mezin derbasî navçeya Kaxizmanê ya Qersê bû. Buldan, li Kaxizmanê bi coşek mezin û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pêre piştî gel silav kir xîtabî gel kir. Buldan. bal kişan ser çalakiyên li dijî tecrîdê û wiha got: "Leyla Guven 129 rojin bedena xwe ji mirinê re razandiye. Bi hezaran li hundir û derve bi heman daxwazê ketine grevê. Tenê daxwazek wan heye. Dibêjin bila tecrid rabe. Dibêjin bila Birêz Ocalan bi malbat û parêzreên xwe re bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Nedîtina van daxwazan bê edaletî û bê hiqûqî ye. Nedîtna van daxwazan înkarkirina edalet, hiqûq û zagonan e. Girtiyek xwedî kijan maf û hiqûq be, birêz Ocalan ji xwedî heman maf e. Niha rewşa girtiyên di grevê de hatiye asta krîtik. Her kêlî derbas dibe rewş xerabtir dibe. " 
 
'HEMÛ TIRKIYE TECRÎD BÛYE' 
 
Buldan, destnişan kir ku bi tecrîdkirina Oclana hemû welat tecrîd bûye û wiha berdewam kir: "Em ji Wezareta Dadê û hikûmetê dixwazin hiqûq û zagona xwe têxin meriyetê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Îro hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ger ku hiqûq hatibe rawestandin, siyasetmedar, wekîl, hevşarad hatibin girtin, ger ku mirov ji ber axaftin û fikrên xwe bên girtin wê demê welat di bin tecrîdê de ye. Hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em carek din dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Welat ji bin tecridê derkeve. Em bawer dikin ku tecrîd dê rabe û gel azad bibe." 
 
GELÊ KAXIZMANÊ DÊ JI SEDÎ 80-90 BISTÎNE
 
Buldan baweriya xwe ya li hemberî gelê Kaxizmanê ku HDP'ê bi ser bixin jî anî ziman û wiha bi dawî kir: "Em bawer dikin ku Kaxizman dê bi dengekî zêde bi ser bikeve ji sedî 80-90'an deng bistîne û pêşeroja xwe diyar bike. Yên ku meclîsan tune dibîne, me înkar dike em dikarin li dijî wan serkeftinek mezin bi dest bixin. Ji ber vê yekê hilbijartina 31'ê Adarê girîng e. Em ji gelê Kaxizmanê bawer dikin. Ji jin û ciwanên Kaxizmanê bawer dikin. Em dê bi ser bikevin. Ev serkeftin dê bibe serkeftina we. Em dê li vir 5 navçeyan bistînin. Em dê 5-0 bikin. Serkeftin Serkeftin."