Temellî: Em ê bi demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bêtir şaredariya bi dest bixin û got: “Em ê bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna eşkerekirina projeyên namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li otelek Sûrê pêk hat de axivî. Li gel Temellî nûnerên îtîfaqa HDP’ê ya kurd, namzetên hevşaredariyan û gelek kes amade bûn. 
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKAN PIŞTGUH NEKIN’ 
 
Temellî di civînê de axivî û got: “Em bi feraseta demokrasiya radîkal diçin hilbijartinê. Tecrûbeya me berê heye û em bi hemû dînamîkan re parve dikin. Her herêm bi xwesiriya xwe rêyek wiha vedike. Em ê bendewarî û pirsgirêkên herêmî pişt guh nekin û demokrasiya herêmî jêvenegera me ye.” 
 
‘PERGALEK NEDEMOKRATÎK E’ 
 
Temellî pergala hikumeta Serokkomariyê rexne kir û domand: “Yek ji pirsgirêkên herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê ye. Em li dijî qeyûman dibêjin demokrasiya xwecihî. Em li dijî faşîzmê dibêjin demokrasî, azadî û feraseta xwerêvebirina xwecihî. Serokkomar û rayedarên îktîdarê roj naçe ku me û partiya me nakin hedef. Pergala hikumeta serokkomariyê pergalek lihev anîne. Ev pergal vîna gel t une dihesibîne û hêzan ji hev vediqetîne. Kesên siyaesta demokratîk diparêzin di hepsan de ne. Vîna gel ku bi destê gel hat bijartin niha ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Pergala wan ne pergalek demokratîk e. Çimkî ev pergal hemû çand, netew û zimanan tine dihesibîne. Hûn ji bilî hilweşandina welat tu tiştekî nakin.” 
 
‘JI 20 MILYON KURD RE DIBÊJE ‘BICIMIN BIÇIN’ 
 
Temellî bersiva gotinên Erdogan da û wiha got: “Niha gelên Tirkiyeyê li Serokkomarek digire û wî nabîne. Çimkî Serokkomarê vî welatî her serê sibê bi gotinên nefretê ji xew radibe. Heta ji 20 milyon welatiyên kurd ên li vî welatî re dibêje ‘bicihimin biçin ji vir.’ Her cûre sûcdariyê dike û pişt re jî dibêje min tiştek wisa negotiye. Şahidên gotinên wî di vîdeoyan de hene. Li şûna tu me di vîdeoyan de nîşan didî hinek jî li bizivire û li paş xwe binêre û rabordiya xwe nîşan bide. Mînak sala 2014’an nîşan bide. Geşedanên sala 2014’an dema em ber bi Newroz û hilbijartina herêmî ve diçûn nîşan bide. Hemû di bîrê de ye. Ev welat ne bi bîra masiyan bi bîra fîla dijî.” 
 
‘EM Ê GEL TEV LI RÊVEBERIYA HERÊMÎ BIKIN’ 
 
Temellî da zanîn ku ew ê li gel hemû gûr û gefan siyaseta gelan esas bigirin û dê bi siyaseta demokratîk a gelen li herêmê bibin desthilatdarî. Temellî bi bîr xist k udi 2014’an de 102 şaredarî bi dest xistibûn û îro ev şaredarî bi awayek neheq ji aliyê qeyûman ve tên birêve birin û ji bo dîsa di herêmê de bibin xwedî îktîdar dê bixebitin. Temellî anî ziman ku tevî hemû krîzên siyasî û aborî jî li Tirkiyeyê diqewimin jî wê gel bikin xwedî gotin û tev li rêveberiya herêmî bikin. 
 
‘EM Ê AŞTIYA CIVAKÎ AVA BIKIN’ 
 
Temellî destnîşan kir ku ew ê bi feraseta rêveberiya xwecihî ya HDP’ê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin û got: “Gelên Tirkiyeyê di nava krîzê de dijîn. Ji bo em van hemû pirsgirêkên civakê çareser bikin, em ê aştiya civakî ava bikin. Em ê di hilbijartinê de bêtir şaredariyan bi dest bixin. Em ê bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin.”