Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi awayek vekirî heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê dike û got: “Dev ji îstîsmarkirina dîn û dev ji dijminahiya gelê kurd berdin. Werin em aboriyê biaxivin.” 

 
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç da zanîn ku qewimandinên têkildarî ewlehiya hilbijartinê gihîştiye asta aciziyê û got: “Hevkariya Wezîrê Karê Hundir û Wezîrê Parastinê ewlehiya hilbijartinê dixe xetereyê. Her çiqas me îtîraz kir jî lê îtîrazê me red kirin.” 
 
‘150 HEZAR DENG VEGUHEZTIN’ 
 
Oluç têkildarî qeyda veguheztina hilbijêran got li dehan navçe û bajarên herêmê der barê qeyda 150 hilbijêr ve kar û bar hatiye kirin. Oluç got AKP’ê bi van kirinên xwe yên dij qanûnî ewlehiya hilbijartinê ji holê rakiriye û xwest hemû partiyên siyasî yên din li dijî vê bêewlehiya hilbijartinê bêdeng nêmînin. 
 
‘AZADÎ BI XWERÊVEBIRINÊ DEST PÊ DIKE’ 
 
Oluç bal kişand ser qedexekirina afîşên HDP’ê yên hilbijartinê û got: “Li gel zext û zordestiyê jî afîşên me qedexe dikin. Di afîşan de ‘Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike’ dinivîsîne. Vê hevokê sûc dibînin û afîşan berhev dikin. Elbet azadî bi xwerêveberinê dest pê dike. Wê gel di 31’ê Adarê de elbet li dijî van pêkanînên we bersivek herî baş bide.” 
 
‘WEZÎRÊ DADÊ XEBATA HILBIJARTINÊ BIRÊVE DIBE’ 
 
Oluç bertek nîşanî Wezîrê Dadê ku xebata hilbijartinê birêve dibe da û got: “Kî xebata hilbijartinê ya HDP’ê birêve dibe tê binçavkirin. Di vir de jî tê famkirin ku Wezîrê Dadê jî xebata hilbijartinê li dijî me birêve dibe.” 
 
‘TRT BÛYE KANALA ÎKTÎDARÊ’ 
 
Oluç li dijî weşana TRT’ê ku daneyên hilbijartinê diweşîne jî nerazîbûn nîşan da û got: “Weşanên TRT’ê adeta bûye kanala îktîdara AKP’ê.” 
 
‘PIR AŞKERE DIJMINAHIYÊ DIKE’ 
 
Oluç bal kişand ser gotinên “Qey ez xirexavî me?’ yên Serokkomar Erdogan û got: “Divê ez niha bersiv bidim viya. Erdogan pir aşkere heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê, parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’ê dike. Xwe di her axaftina xwe de biçûk dixîne û rencîde dike.” 
 
‘JI KOKA BINÎ DEREWAN DIKE’ 
 
Oluç anî ziman ku Erdogan niha jî “îstîsmara dîn dike” û wiha domand: “Piştî derewa Kabataşê niha jî bi derewa Taksîmê derdikeve ser dikan. Dibêje ku jinan heqaretê li ezanê kiriye. Ev ji koka binî derewan dike. Jixwe jinan bersiv da derewî wî. Lê em dixwazin vê bêjin tu bi van derewên xwe civakê dabeş dikî û dubendiyê dixî nava civakê.” 
 
‘WERIN EM ABORIYÊ BAIXIVIN’ 
 
Oluç destnîşan kir ku ew xebata hilbijartina xwecihî birêve dibin û AKP’ê jî li dijî wan şer daye destpêkirin û got: “Aboriya welat ji nedîtî ve tên. Werin em aboriyê biaxivin. Li dijî me şer werin em mijaran nîqaş bikin. Çibû zava beg. Ka we digot aborî baş birêve diçe. We digot piştî 31’ê Adarê rojên xweş tên. Niha çibû? Ka em li daneyên 2018’an û niha binêrin. Ji bo hûn bi me re neaxivin û nîqaş nekin jixwe hûn demildest dest bi îstîsmara dîn dikin. Ji bo em meseleyên wek şer û aboriyê bi wan re neaxivin, gelê kurd û HDP’ê dikin hedef. Ji xwe pirsgirêk jî ji vir dest pê dike. Tirkiye her roj ber bi astek xerab ve diçe.” 
 
‘PIŞTÎ 1’Ê NÎSANÊ WÊ ABORÎ BIKEVE NAVA KRÎZÊN KÛRTTIR’ 
 
Oluç anî ziman ku piştî 1’ê Nîsanê dê aborî bikeve nav krîzên kûr û got: “Em ji niha ve bi bîra we dixin û ji we re dibêjin. Herî dawî jî dixwazin bang li hilbijêrên kurd ku dengê xwe didin AKP’ê bikim. Van heqaretan û dijminahiyê qebûl nekin. Ji kerema xwe re carek din bifikirin van tişên dikin tên çi maneyê. Van kirinan di ber çavan de derbas bikin û hûn jî deresekê bidin AKP’ê.”