Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand

img
RIHA -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Wêranşarê xîtabî hezaran kesan kir û berê tîrê rexneyan da Erdogan. Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên li Amedê û wiha got: “Ger ku tu dê tiştekî ji Amediyan re bêje, qala xerakirina maseya çareseriyê bike. Yên plana hilweşandinê amade kirin, Tirkiye hilweşandin." 
 
Hevserokê Giştî yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyetea pêre di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wêranşarê bi hezaran Wêranşarî re hat cem hev. Li gel Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezai Temelli, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, namzetên Hevşaredariya Wêranşarê û parlamenterên HDP'ê yen Rihayê jî amade bûn. Karwana ji sedan maşîneyan pêk dihat, dema ji Pirsûsê hatin Wêranşarê, di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Li ser vê yekê girse ji maşîneyan derket û bi meş berê xwe da navenda Wêranşarê. Li ser vêyekê polîsan dest ji kontrola GBT'ê berda û pêşiya maşîneyan vekir. Karwana maşîneyan heta gihişt nava bajar hêjmara maşîneyan zêdetir bû û karwan bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Gel bi def û zurmeyan karwana HDP’ê pêşwazî kir. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî qad rengandin. Girsê bê navber bi dirûşmeya "Viranşehir ya me ye" berz kir. 
 
Li vir Namzerên Hevşaredaran Roza Yazmaci û Hidir Oktay gel silav kirin. Namzet Roza Yazmaci, ani ziman ku Leyla Guven rûmeta wan e û teqez dê bi berxwedanê tecridê bişkînin. Roza Yazmaci, bal kişand ser pirsgirêkên ceyran, av, çandinî û xizmetên binesaziyê û anî ziman ku qeyûm û hikûmetê di vê mijarê de tu xizmet nekiriye. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan jî anî ziman ku ew weki gelê kurd li ser axa Kurdistanê tekoşîna aştî û demokrasiyê didin û wiha got: "Em li ser vê axê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Lê mixabin, yên ji azadî, demokrasî û aştiyê tiştekî fam nakin, qeyûmê tayînî vîna gel dike. Em dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin wan." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku hikûmetê plana hilweşandinê ava kir û bi vê planê Tirkiye hilweşiya û wiha got: "Em destûr nadin ku gelên nasnameyên wan û baweriyên wan cuda perçe bibin. Em di 31'ê Adarê de rê li pêş polîtîkayên cudakariyê bigirin. Îktîdar HDP'ê dike dijmin. Her kesi terorîst îlan dike. Pîvaz, kartol û her tiştî dike dijmin. Em ne sûcdar in. Em mirov in. Her ku hûn li sûcdaran digerin, kê li Pirsûsê komkujî pêk anî ew sûcdar in. Kê malbata Şenyaşar qetil kir ew sucdar in. Li Cizîr, Surê kê bajar xera kir ew sucdar in. Kê sînorê xwe li DAIŞ'ê vekir ew sucdar in." 
 
Temellî, anî ziman ku îktîdarê 17 salin pirsgirêka kurd çareser nekir û li şûna çareseriyê Tirkiye di nava xizanî, betalî û tunebûnê de xeniqand. Temellî, da zanîn ku dê bersiva herî xweşk kesên xizan, betal, mexdûrên KHK'ê û kedkar di hilbijartinê de bidin û wiha got: "Ceyrana Qesrê tu carî venamire, lê li Pirsûs û Wêranşarê  ceyran tune. Esnaf perîşan bûye û nikare baca xwe bide. Erdogan nikare mirovan di mîtînga xwe de kom bike bi fermanê û maşîneyên xwendekaran mirovan dikişîne mîtîngan. Berê xwendekarên bi maşina diçûn dibistanan hebûn, lê niha kesên bi maşîneyan diçin mîtîngan hene. Çiqas mirovên li bajarên der û dorê hebûn tev bi dolmîş û otobusan kişandin. Ger ku tu dê tiştekî ji Amediyan re bêje berê te çawa maseya çareseriyê xera kir wê bêje. Bi plana têkçûnê welat hilweşandin. Aborî siyaset têk birin. Jiyana civakî têk birin. Tehamulla îktîdarê ji zimanê zikmakî û kurdî re nemaye. Mirov bi astengiyên li pêş ziman tu carî zimanê zikmakî ji bîr nake. Zimanê zikmakî zimanê dayikê ye. Em vê feraseta yekperestiyê qebûl nakin. Ez carek din dibêjim Kurdan wekî cîna duyemin dibine. Ez dibêjim ez Rihayî, Wanî, Tirkiyeyî me." 
 
BI HEZARAN HEYETA HDP'Ê LI SÎWEREGÊ BI RONAHIYÊN TELEFONA PÊŞWAZÎ KIR 
 
Heyeta HDP'ê piştî li Wêranşarê mîtînga mezin pêk anî derbasî navçeya Sîweregê bû. Li Sîweregê jî heyeta HDP'ê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Dema karwana HDP'ê gihişt Sîweregê ji ber ku qat tarî bûbû, bi hezaran kesan ronahiya telefonên xwe pêxist û qata mîtîngê wekî stêrên li ezman çirûsî û ronî bû. Li vir jî Namzetê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli, bal kişand ser Yilmaz Guney, Mehmet Uzun û gelek siyasetmedarên din û anî ziman ku Sîweregê bedelên giran daye û dê vê carê vîna xwe nîşan bidin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî jî bal kişand ser pirsgirêkên Riha û Sîweregê û destnîşan kir ku ew dê di 31'ê Adarê de dawî li van pirsgirêkan bînin.