Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de, li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê bi gel re civiya. Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên zextî yên desthilatdariyê û got: “Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan. Ji bo ku em AKP û MHP ji Stenbolê bişînin, me namzet diyar nekir.”

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Zeytînbûrnû ya Stenbolê hevdîtina gel pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û rêveberên navçe û bajêr ên HDP’ê beşdarî hevdîtinê bûn. Jin û ciwanên ku qad rengîn kirin, bê navber dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê qezenc bikin”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindana” berz kirin.
 
‘PARSÊL PARSÊL FIROTIN’ 
 
Hevserok û endamên meclîsa şaredariya Zentînbûrnû gel silav kirin. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, axaftinek kûrt kir û wiha got: “AKP her tim dibeje ew aşiqê Stenbolê ne, lê ev eşqa wan dê di 31’ê Adarê de bi dawî bibe. AKP parsêl bi parsêl Stenbol firotiye. Lê Stenbol, dê êdî li heramiyan xelas bibe. Li benda me be Stenbol.”
 
‘EMÊ STENBOLÊ TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEKIN”
 
Dûre Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan, gel silav û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Me ji Cizîr, Şirnex û bajarên Kurdan silav ji bo we anî. Ji bo ku em Stenbol û navçeyên wê teslîmî yek zilamî nekin û li Stenbolê demokrasî, aştî û azadiyê ava bikin, em hatin vê derê. Bêguman Stenbol tê wateya Tirkiyeyê. Li stenbolê qezenc kirin, tê wateya li tevahiya Tirkiyeyê qezenc kirine. Me di serî de li Stenbolê, li gelek bajarên mezin namzetên xwe diyar nekirin. Bêguman dê tê nûnertiya gelê me li navçe û bajaran hebin. Li hemû cihên ku gelê me lê dijîn, emê bi navbeynkariya endamên meclîsên xwe xizmetê bikin û pirsgirêkên we şareser bikin. Em dixwazin demokrasî qezenc bike. Em dixwazin yekitî, jin û ciwan qezenc bikin. Ji bo ku em tifaqa AKP û MHP’ê têk bibin û namzetê wan qezenc neke, heya 31’ê Adarê emê bi şev û roj bixebitin. Emê Stenbolê teslîmî faşîzmê nekin.”
 
‘EWÊ TU CARÎ BI SER NEKEVIN’
 
Bûldan, 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha got: “Em mudaxileya duh a li hemberî meşa jinan şermezar dikin. Duh 8’ê Adarê bû. Dema ku Recep di got ‘ji bo ku jin weke mirovan bijîn me têkoşîn da’ de, polîsan li Qada Taksîmê êrîşî jinan dikir. Lê jinan dîsan gotin ‘Emê dest ji berxwedanê bernedin’ û ‘Emê bi şev jî li qadan bin.’ Dîsan di heman saetê de, li Amedê bi ser avahiya me de girtin û êrîşî hevalên me kirin. Niha 7 hevalên me dibin çavan dene. Hûnê tu carî qezenc nekin. Dê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê qezenc bikin. Gelê Kurd bedelên mezin dan. Niha carek din bedel dide. Hevalên me  di girtîgehan dene. Leyla Guven îro 122 rojin di greva birçîbûnê deye. Daxwaza rakirina tecrîdê ya Leyla Guven daxwaza bi mîlyonane. Divê tecrîd rabe.”
 
Bûldan piştî axatinê, bi konvoya pê rê bû, ji bo bernameyek din derbasî navçeya Gazîosmanpaşa ya  Stenbolê bû.