Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve

img

ENQERE -  HDP’ê, di çarçoveya hilbijartina herêmî de, dirûşmeya xwe ya bingehîn weke “Bi hev re ber bi demokrasiyê ve” eşkere kir.  

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê, ji bo Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê, li Enqerê start da. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, beşdarî civîna danasîna namzetan bûn û dê di civînê  de Beyanmaya Hilbijartina Herêmî ya Sala 2019’an bê eşkere kirin. Civîn li Oteleke li Enqerê hat lidarxistin. Rêveber, namzet û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Afîşên “Zêdetir meclîsên şaredariyê”, “Zêdetir azadî”, “Zêdetir demokrasiya herêmî û “Zêdetir hêvî” bi salona civînê ve hatin kirin. 
 
Dîsan dirûşmaya sereke ya HDP’ê weke “Bi hevre ber bi demokrasiyê ve” hat diyarkirin. Di vê çarçoveyê de li ser medya civakî kampanyeya #BirlikteDemokrasiye hat destpêkirin. 
 
Piştî Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ketin salonê, deqeyek rêzgirtin hat girtin û civînê destpê kir.