DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye

img

AMED – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di peyama 15’ê Sibatê ya weşand de, diyar kir ku di şexsê Birêz Ocalan de aştiya Rojhilata Navîn girtî û dibin tecrîdê deye.”

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê salvegera 20’emîn a 15’ê Sibata 1990’an a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê hat kirin de di daxuyaniyek nivîskî peyam da. 
Peyama ku hat dayîn wihaye:
 
“Di 20’emîn têkoşîna li dijî Komploya 15’ê Sibatê de, dê pargala hêzên hegemonîk winda bikin û pargal gelan qezenc bikin.
 
15’ê Sibata 1999’an ji bo gelê Kurd ne rojek reşe, her wiha rojeke ku li dijî aştiya gelên Rojhilata Navîne.  Birêz Ocalan bi komployek Navneteweyî ev 20 salin li Girtîgeha Îmraliyê dibin rejîma tecrîdê tê girtin. Lê di serî de gelê Kurd, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelên heyî xwe di siyaset, civakî, Ekolojî, çarseriyên krîzên aborî û paradîkmaya Birêz Ocalan pêş xistin de, dibînin û ev jî bû sedem ku Kurd û gel dinava siyaseta azad de cih bigirin. Birêz Ocalan li Zindana Îmraliyê dibin tecrîk û îzolasyonek mezin de, bi parastin û sekna, li gel hemû gelên cîhanê giranbahatiya xwe qazenc kiriye. Birêz Ocalan di navbera salên 2013’an û 2015’an de, di  pêvajoya mûzakereyan de ji bo gelên Tirkiyeyê bû aktorek mezin. Ji ber vê rol û mîsyona Birêz Ocalan, ji 5’ê Nîsana 2015’an  ve, li Zindana Îmraliyê, mafê wî yê hevdîna malbat, parêzer, wasî û girtiyên din tên qedexe kirin. Ev polîtîkayên tecrîda mutlaq tu tiştî bi gelên Tirkiyeyê nade qezenc kirin, berevajî kaos û bêçaresertiyê kûrtîr dike û çanda şer ava dike. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI DIJÎ HÊZÊN KOMPLOGER BERXWEDAN Û ŞERMEZAR KIRINE
 
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya  Colemêrgê Birêz Leyla Guven ev 100 rojin, Hevseroka me ya Giştî Sebahat Tuncel ev 32 rojin û girtiyên siyasî ev 62 rojin di çalakiya grevên birçîbûnê dene û ev çalakiya greva birçîbûnê li gelek deverên cîhanê belav bûne. Di bingeha çalakiya grevên birçîbûnê daxwaza “Tecrîda li ser Birêz Ocalan rakirine.” Ev daxwaz di serî de pirsgirêka gelê Kurd û  hemû pirsgirêkên tên jiyîn li ser esasê demokratîk bên çareser kirine. Lê hikûmeta AKP’ê pêkanîna xwe ya tecrîdê li Îmraliyê berdewam dike û bi vê tecrîdê dixwaze rejîma pergala tecrîdê li ser hemû gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ferz bike. Em bang dikin ku em bibin dengê têkoşîna mafdar ên kesên li dijî zilmê bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Grevêm birçîbûnê li dijî komploya 15’ê Sibatê û hêzên komploger berxwedan û şermezar kirine. Di şexsê Birêz Ocalan de aştiya Rojhilata Navîn girtî û dibin tecrîdê deye. Ji ber vê em Komploya 15’ê Sibatê û hemû hêzên komplogger şermezar û lanet dikin”