Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn

img
AMED – Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di deklereya Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê de axivî û got: “Me bi têkoşîna xwe ya em li ser hîmê demokrasiyê bilind dikin, bi armanca bloka faşismê têk bibin starta vê xebatê da. Ev stratejiya me ya bingehîn e. Hindik ma. Şaredariyên me yên hatin xezp kirin em dê wan azad bikin. Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm, dê jin bijîn." 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beyannameya hilbijartinê ya 31'ê Adare aşkere kir. Di şahiya danazina namzetan û beyannameyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemir, Endamên Meclîsa Jinan, Parlamenterên Jin ên HDP'ê, Endamên Jin ên MYK'ê û gelek jinên nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Li salonê pankartên "Jin bi hevre ber bi demokrasiya herêmî ve" 
"Ji tundiya li dijî jinan re bes e", "Xizanî ne qeder e", "Dîsa ji nûve hevserokatî û xemrî xeta me ye", "Jin jiyana komînal bi hev re ava dikin", "Ji xezpa vînê re bes e" û "Em dê jiyana Ekolojik demokratik û zayendiya wekhev bi hevre ava bikin." "Jin bi hevre ber bi demokrasiya herêmî ve" vekirin. Dema Beyannameya Hilbijartinê ya Jin a HDP'ê aşkere kirin, lolîlopên "Jin bi hevre", "Em li virin ji virin û "Daxwazên Leylayê daxwazên me ne" danîn. 
 
Beriya ku Pervîn Buldan bi axive, jinan bi cilên xwe yên neteweyî govend gerandin. Jinan bê navber lîrandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Leyla Guven rûmeta me ye", “Jin jiyan azadî" û “Şehit namirin” berz kirin. Jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bi dirûşme, çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin. Ewil sînevîzyon hat  pêşandan û piştre strana Meclîsa Jinan a HDP'ê ya “Jin bi hev re” ku jinên NÇM'ê Amade kirine hat naskirin. 
 
'SOZA WAN SOZA ME BERXWEDANA WAN BERXWEDANA ME YE'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axivî û wiha got: "Em jin di hilbijartinek din de dîsa bi ked û îdîayek mezin pêşwazî dikin. Em coşek mezintir dijîn. Ji bo em danezana xwe aşkere bikin em li vir kom bûn. Ez bi rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû jinên ku di têkoşîna azadî u demokrasiyê de jiyanaxwe ji dest dan ditewînim. Leyla Guven û hemû hevalên ku di greva birçîbûnê de silav dikim. Leyla Guven îro 95 rojin li dijî tecrîdê di grevê dte ye. Soza wan soza me û berxwedana wan berxwedana me ye. Slavên xwe ji hemû hevalên jin û Figen Yuksekdag, Gultan Kışanak, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Aysel Tugluk re dişînim. Ji ber ku ew qas ji hêza we ditirsin deriyê zindanan li we vekirine û we davêjin zindanê. Jin li her derê ne. Ji ber vê yekê berxwedan jî li her derê ye. Wekî Roza got em hebûn, em hene û emê hebin. Jin Leyla nin. Li Amedê li ber xwe dide. Jin Sebahat,  Selma, Gultan nin li Zindanan li ber xwe didin. Bijî têkoşîna me ya mafdar." 
 
Buldan, bal kişand ser hilbijartina 31'ê Adarê û wiha lê zêde kir: "Ji hilbijartinê re hindik ma. Em di nava şoreşê de şoreşek nû ava dikin. Ji bo nûnertiya wekhev me modelek nû ava kir. Ji bo vîna jinê xurt derkeve pêş kota jinêkêm e. Ji ber vê yekê me pergala hevserokatiyê pêş xist. Em bi pergala hevserokatiyê ketin sala 2014'an. Me li hemû şaredariyên ku me bi dest xist pergala hevserokatiyê xist meriyetê. AKP'ê li 75 bajaran namzetên xwe aşkere kir. Tenê 1 jin e. Partiyên din jî ne pir cuda ne. AKP'ê ji ber ku bi awayeki hiqûqî û demokratîk şaredarî bi dest nexist niha bi awayekî dijhiqûqî şaredariyên me xesp kirin. Jin mahkûmî metîngerî û koletiyê kirin. Di serdema AKP ê de mirin, koletî, xizanî û bê edaletî bû para jinê."
 
Buldan, cezayê ku li Sabahat, Gultan û Selma birî jî rexne kir û wiha got: "Jina azad civaka azad e. Ji bo em civakek azad ava bikin em pêşengiyê dikin. HDP mîsogeriya maf û azadiya jinê ye. Parastina HDP'ê parastina jinê ye. 
Em dê bi hevre jiyanê dewlemend bikin. Em dê bi hevre li şûna hişmendiya qeyûman vîna jinê pêş bixin. Jin bi HDP'ê li jiyanê xwedî derdikevin. Di vê hilbijartinê de em jin dê dijminantiya jiyanê rawestînin. Em destûr nadin êdî mafê jinê bê xizp kirin û bindest bijîn. Jin dê li bajarê xwe netirsin û rastî tundiyê neyên. Lê li bajarê xwe neyên kuştin. Dê jin neçarî koçberiyê nebin. Jin dê li bajar û welatê xwe azad û xwedî mafê wekhev bijîn. Ji ber ku jin dê bajaran bi rêve bibin. Em dê bajarên xwe paşve bistinin. Li dijî yek zilamî û rejîma mêr em jin pir in. Em rengîn in. Em dê jin li hemû qadan dest bidin hev û bi yekîtiya hêzê biqîrin. Kolan, gund û şaredarî yên me ne. " 
 
Piştre sînevîzyona ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  û girtiyên zindanan sînevizyon hat pêşandan."